TIL RIFET - Çekdaran serê jineke Kurd jê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên mixalefeta Sûriyeyê yên ser bi Tirkiyeyê ve li Til Rifetê serê jineke Kurd jê kir.

Di çarçoveya êrişa dawî ya komên çekdar de, li gundewarê bakurê Helebê gelek binpêkirin bi destên çekdarên êrişkar hatine kirin.

Mihemed Hacî Şêxoyê bavê 3 zarokan ê ji Efrînê, sala 2018yan koçberî bajarokê Til Rifetê bûbû lê niha careke din koçberî Tebqayê bûye.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, Mihemed Hacî Şêxo piştî êrişa komên çekdar ên bi navê “Artêşa Niştimaîn ya Sûriyeyê” dema ew ji kar diçe malê, dibîne ku çekdarên Hemzatê hevjîna wî Emîne Hennana 40 salî kuştiye û ew serjê kiriye.

Bûyer 2yê Kanûna Paşîn a 2024an çêbûye.

“Serjê kiribû û wêne jî danîbûn ber balgehê wê”

Mihemed Hacî Şêxo wiha behsa xwe û bûyerê kir:

“Navê min Mihemed Hacî Şêxo ye, lawê Silêman im, ez ji Meydana me, li Cindirêsê rûniştibûm.

Navê hevjîna min jî Emîne Hennan e, navê dayika wê Mewlîde ye û nexweş bû li erdê bû.

Ez karê sivîl dikim. Ez ji kar vedigeriyam, dengê guleyan gelekî dihat û dihat gotin Til Rifet çûye, dema ez gihîştim malê, mîn dît ku hevjîna min serjêkirî ye û gule li wêneyên li hundir dabûn.

Wan serê wê li hundirê malê daniye. Wan serê wê jê kiribû û wêne jî danîbûn ber balgehê wê, wekî çawa di xewê de bû.

Sê zarokên min hene. Ez mirovekî koçber im. Sala 2018an em ji ber şerê li Efrînê derketin çûn Til Rifetê.

Min xwest kar bikim û tenê zarokên xwe û hevjîna xwe xwedî bikin lê wan ew jî kuşt."

Mihemed Hacî Şêxo ji tirsa ku çekdar wî û her du zarokên wî jî bikujin nikarîbû cenazeyê hevjîna xwe ya kuştî bisipêre xakê.

“Kurd wêran bûn”

Mihemed Hacî Şêxo her wiha got:

"Min hevjîna xwe bin ax nekir, dema min wiha dît, min got ez zû xwe û zarokên xwe rizgar bikim, ma ez dê bi kû derê ve biçim, ez nexweş im.

Kurd wêran bûn, xelkê me yê Kurmanc wêran bûn."

Çîroka Emîne Hennan yek ji wan trajedyayên diltezên e ku jineke nexweş û astengdar bû li nav malê bû.

Mafnas û çalakvanê sivîl Îbrahîm Şêxo jî got:

“Roja 2yê mehê li bajarokê Til Rifetê, zilamekî ku bi navê Mihemed Hacî tê naskirin, hevjîna wî Emîne Hennan a 40 salî, hêzên çekdar ên opozisyona Sûriyeyê, bi taybetî Firqeya Hemzat/Hêza Hevbeş, ew jin serjê kir.

Ew di xew de bû û ji ber ku ew bi xwe jî rewşa wê ya tenduristiyê gelekî xirab bû û nikarîbû ji malê derketa.

Me dît hevjînê wê jî ev yek ragihand ku çawa hevjîna wî hatiye kuştin.”