AFPC-USAyê Diyar Kurdê di nav nûçegihanên herî baş ên li Amerîkayê de nîşan daye / Wêne: Rûdaw Grafîk
Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Metro ya Parastina Mafên Rojnamegeran, ji bo xelata “Nûçegihanên Herî Baş ên Biyanî” Nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde pîroz kir û got, “Xelatkirina Diyar Kurde girîngiya Rûdawê nîşan dide.”
Komeleya Nûçegihanên Çapemeniya Biyanî yên li Amerîkayê (AFPC-USA) Diyar Kurdê di nav nûçegihanên herî baş ên li Amerîkayê de nîşan daye.
Xeyn ji Diyar Kurde, heft nûçegihan û rojnamegerên din ên ji CNBC, Fox News, New York Times, Axios, ZDF, Entravision û Barronê jî dê ji hêla AFPC-USAyê ve bên xelatkirin.
Diyar Kurde û rojnamegerên CNBC, Fox News, New York Times, Axios, ZDF, Entravision û Barronê dê îro bi dema Washingtonê seat 18:00ê li Washingtonê xelatên xwe bistînin.
Navenda Metroyê bi vê boneyê Tora Medyayî ya Rûdawê û nûçegihanê wê bi peyamekê pîroz kir.
Navenda Metroyê di peyama xwe de got:
“Nûçeya xelatkirina Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar ji aliyê Komeleya Nûçegihanên Çapemeniya Biyanî yên li Amerîkayê ve nûçeyeke xweş a mizgîniya rojê ye û em bi dilekî germ we pîroz dikin.
Wergirtina vê xelatê ji komeleyke bi prestîj a Amerîkî ku berê xelat daye stêrkên medyaya navnetewî, rewşa pîşeyî ya Rûdawê li cîhanê û bandora rojnamegeran li paytextên cîhanê nîşan dide.
Navenda Metro kêfxweş e ku AFPC-USA xelata herî bilind pêşkêşî rojnameger Diyar Kurd dike.
Berhemên wî rolake girîng di civaka Amerîkayê de heye.
Em careke din we pîroz dikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse