Li Dihokê kesek di êrişa bi doçkayan de hat kuştin

14 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Êriş Sebah Ebdulsitar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kesekî xelkê navçeya Amêdiyê ya Dihokê di êrişa bi doçkayan de li devera gundê Hirorê canê xwe ji dest da.

Nûçegihanê Rûdawê Eyub Nisirî ragihand ku di encama êrişa bi doçkayan de li çiyayê nêzîkî gundê Hirorê kesekî ji gundê Qumiriyê yê Berwarî Bala canê xwe ji dest da

Muxtarê gundê Qumiriyê Omer Qumirî ji Rûdawê ragihand ku bûyerê îro rû daye û heta niha ti kes neçûye cihê bombebaranê.

Omer Qumirî diyar kir ku li gorî zaniyariyên wan, ew sê kes bûne û dema çûne çiyayê nêzîkî Hirorê hatine bombebaran kirin û yekî ji wan kesan canê xwe ji dest daye.

Qumirî her wiha da zanîn heta niha ji bo anîna termî wî kesî ti kes neçûye wê deverê.

Eyub Nisirî eşkere kir ku kesê hatiye kuştin navê wî Sebah Ebdulsitar e û 45 salî ye.

Êrişên Tirkiyeyê yên li nav axa Başûrê Kurdistanê berdewam dikin û gelek caran kesên sivîl dibin qurbanî.

Li gorî amarên Rêxistina Kurdistanî ya Îraqa ya Rêxistina Tîmên Çêkirina Aştiya Civakî ji sala 1991an heta niha 334 kesên sivîl di bombebaran û topbaranên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye û 358 kesên din jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst