Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku hêzên artêşa wî welatî li bajarê Dêrezorê ji bo parastina xwe çend êriş pêk anîne.
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) diyar kir ku li herêma Elbûkemalê ya parêzgeha Dêrezorê li rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Îraqê, êrişên hewayî û mûşekî li dijî milîsên ku Îran li pişt wan e, pêk anîn.
Li gorî daxuyaniyê 3 topavêj, tankeke a T64 û hinek hawinan ku li ser hêzên Amerîka û hêzên koalîsyonê gef bûn têk birin.
Hat ragihandin ku operasyona li herêmê serkeftî bû û hedef hatin îmhakirin.
Her wiha tekezî li ser wê yekê hat kirin ku operasyonên bi vî rengî ji bo pêkanîna ewlehiya herêmî û navneteweyî gelekî girîng e.
Bi gotina Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Patrick Ryder ew êriş ji bo xweparastinê bûye û ti pêwendî wan bi şerê niha li bakurrojavayê Sûriyeê nîne.
Patrick Ryder da zanî ki erka wan tenê şerê li dijî DAIŞê ye û pêwendiyên wan bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re ji bo şerê li dijî DAIŞê berdewam dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse