Zarokekî Efrînî li Reqayê ji ber sermayê mir: Hîn 4 mehî bû
Hewlêr (Rûdaw) - Zarokekî 4 mehî yê malbateke koçber a Efrînî li Reqayê ji serma canê xwe ji dest da.
Heyeta Tehrîr El Şam û Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê 27ê Çiriya Paşîn li Heleb û bakur û rojhilatê Sûriyeyê êriş dabûn destpêkirin.
Di encama wan êrişan da bi sed hezaran Kurd li cihên ku lê koçber bûbûn dîsa koçber bûn.
Zarokê bi navê Nûh Mihemed Reşo yê 4 mehî piştî ku malbata wî herêma Şehbayê koçberî Tebqayê bû îro ji ber sermayê canê xwe ji dest da.
Malbata wî zarok ji navçeya Bilbilê ya Efrînê ye û ji sala 2018an dagirkirina Efrînê ve koçberî herêma Şehbayê bûbû.
Şerê li Heleb û Îdlîbê
27ê Çiriya Paşîn komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kir.
Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin, 30ê Çiriya Paşîn piraniya navenda Helebê bi dest xist.
Komên çekdar 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola komên çekdar.
Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) û hevpeymanên wê êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Kurdnişîn ên Helebê û navçeya Şehbayê ya di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk de û cih û warên Kurdan dikin.
Bi hezaran Kurdên Heleb û Şehbayê ber bi bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê ve diçin.
Li hinek herêman di navbera HSD û komên çekdar de şer û pevçûnên dijwar derdikevin.