Dadgeha Bilind biryara derbarê mafên Zeydan de batal kir

12 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Abdullah Zeydan Wan Maf Dadgeha Bilind
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê biryara lêvegerandina mafan a Şaredarê Wanê Zeydan batal kir.

3yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind a Tirkiyê biryara betalkirina biryara 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ya derbarê îadekirina mafên qedexekirî yên Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan de da û bi bîr xist ku "dema bê erk bûye ew maf hatiye dayîn" û ji ber wê yekê ji nirxên hiqûqî bê par e.

Daîreyê, dosya ji 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê re şand da ku ji nû ve biryarê li ser bide.

Derbarê biryara Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê de Abdullah Zeydan bangî xelkê wanê kir û got:

"Em bangî hemû gelê xwe dikin ku li dora îradeya xwe bibin yek û lîstika tê lîstin têk bibin."

"Gelê me qebûl nake ku mazbataya wan bidin diz, talanker û çeteyan"

Zeydan derbarê biryarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û wiha anî ziman:

"Pêşî dê dadgeha herêmî 'mafên we yên têrker' vegerîne, hûnê beşdarî hilbijartinan bibin û ji sedî 55,5ê dengan bi dest bixin û bibin hevserok.

Paşê dê bêjin 'bibore! Me hesabekî şaş kir, em mafên we yên têrker paş ve distînin'.

Hûn dê îradeya bi sed hezaran, mafê dengdan û hilbijartinê bixin kû derê?

Gelê me ku di 31ê Adarê de li mazbata, îrade, demokrasî û edaleta xwe xwedî derket! Ew dê îro jî lê xwedî derkeve.

Gelê me tu carî qebûl nake ku mazbataya wan ji bo diz, talanker û çeteyên ku heq nakin bê dayîn.

Em bangî hemû gelê xwe dikin ku li dora îrada xwe bibe yek û lîstika tê lîstin têk bibin.”

Lê ya balkêş ew e ku beriya biryar ji Zeydan re bê ragihandin di medyaya nêzîkî desthilatê de hat belavkirin û Zeydan cara yekem car ji wê medyayê bihîst.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst