Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî balyozê nû yê Îmaratê yê Îraqê Xemîs Mezûî qebûl kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku Nêçîrvan Barzanî, Xemîs Mezûî pîroz kiriye û jê re serkeftin xwestiye.
Li gorî daxuyaniyê, Xemîs Mezûî silavên Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayd Al Nehyan li Nêçîrvan Barzanî kirine.
Xemîs Mezûî her wiha pesnê pêwendiyên Îmaratê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re daye û diyar kiriye ku Îmarat dixwaze pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re baştir bike.
Serokê Herêma Kurdistanê jî silavên xwe ji Şêx Mihemed Bin Zayd Al Nehyan re şandine û ji bo piştgiriya ku dide Îraq û Herêma Kurdistanê spasiya Îmaratê kiriye.
Nêçîrvan Barzanî û Xemîs Mezûî nêrînên xwe yên li ser berfirehkirina alîkariyên di beşên cuda de anîne zimên.
Li gorî daxuyaniyê, rûdanên li herêmê û rewşa Sûriyeyê jî di civîna wan de hatine nirxandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse