ÎHD: Li gundên Colemêrgê ji ber Kurdbûnê binpêkirinên mafan zêde bûne
Hewlêr (Rûdaw) - Şaxa Komeleya Mafên Mirov (ÎHD) a Colemêrgê ragihand ku li gundên sînor ên Colemêrgê zext û zordariya hêzên ewlehiyê yên li ser welatiyan û binpêkirinên wan zêde bûne.
Şaxa Komeleya Mafên Mirov a Colemêrgê derbarê binpêkirinên mafan ên li gundên sînorî yên Colemêrg û navçeyên wê raporek amade kir.
Raporaku ji 29 rûpelan pêk tê di bin 6 serenavên “Koça bi zorê û ji warê xwe dûrxistin”, “Zexta leşkerî û binpêkirinên hêzên ewlehiyê”, “Binpêkirinên mafan ên aborî”, “Binpêkirinên li dijî jinan”, “Binpêkirinên mafan ên tenduristiyê” û “Binpêkirinên mafan ên perwerdehiyê” de hatiye amadekirin û binpêkirinên li dijî welatiyan hatine nivîsîn.
Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirov a Colemêrgê Sibel Çapraz li navçeya Geverê rapora binpêkirinê eşkere kir.
Çaprazê diyar kir ku ji bo tesbîtkirina binpêkirinan wan şandeyekê ava kiriye û bi gundî, dikandar û berpirsên hêzên ewlehiyê yên li xalên leşkerî yên li gundên sînorî re hevdîtin kirine.
"Xorak bi awayekî sînordar tên berdan"
Di raporê de hatiye nivîsîn ku hêzên ewlehiyê li çûn û derketina gundên sînorî cîhazên X-Rayê danîne, bi destûra mixtar û qereqolan rê didin çûn û hatinê, xorak bi awayekî sînordar tên berdan û welatî rûbirûyî miemelaya lêgerînê dibin.
"Ji ber Kurdbûnê binpêkirinên mafan zêde ne"
Çaprazê got, “Li herêmên sînorî yên erdnîgariya Kurdan ji ber operasyonên leşkerî, polîtîkayên ewlehiyê û zextên bingeha wan etnîkî ne binpêkirinên mafan zêde ne.
Gelê Kurd ê li van herêman dijîn, hem ji aliyê ewlehiya fîzîkî û hem jî ji aliyê mafên aborî, civakî û çandî rûbirûyî binpêkirinên cur bi cur dibe.
Bi taybetî gelê li herêma sînorî dijî, ji ber operasyonên leşkerî nikarin bi awayekî hêsan hatûçûnê bikin.”
Her wiha Çaprazê ragihand ku li herêmê koçkirina bi zorê û zextên leşkerî hene û bûyerên desteserkirinê û tundûtûjiyê, lêgerînên malan, astengkirina karên çandinî û ajeldariyê, astengkirina bazirganiya sînorî, astegkirina geşedana aborî û weberhênanê, binpêkirinên aborî, binpêkirinên jiyana jinan û perwerde û xizmetên tendirustiyê hatine tesbîtkirin.
"Dîsa dixwazin van herêman vala bikin"
Sibel Çaprazê got, "Herêmên çavdêriya wan hatin kirin ew herêm bûn ku ji dawiya salên 1980yî heta dawiya salên 1990î gund hatin valakirin.
Li şûna avadankirina van gundan, dîsa dixwazin van herêman vala bikin û mirovan lê nehêlin.”
Di raporê de weke çareserî ev xal hatine nivîsandin:
1 - Li herêmên sînorî divê di navbera tedbîrên ewlehiyê û azadî û mafên bingehîn ên xelkê de balansek hebe. Divê polîtîkayên ewlehiyê bandoreke neyînî li jiyana sivîlan neke.
2 - Di vê dewlet ji bo xizmetên perwerde û tendirustiyê pêwîstiyên welatiyên li herêmên sînorî li ber çavan bigire û li gorî vê yekê pêngava bavêje. Divê kêmasiyên xizmetên tenduristiyê û jêrxaneyê demildest bêne temamkirin.
3 - Divê kiryarên paqijnekirina herêmên bi mayîn ên li pêş çandinî û ajeldariyê asteng in, qirêjkirina avan û rê nedana çûna gundan a di dema komkirina berheman de bi dawî bibin. Ji bo nebe sedema binpêkirina mafên jiyanê divê qadên nîşanê ji cihên niştecîbûnê dûr bêne avakirin.
4 - Sozên di Proejeyên Vegera Gundan de hatine dayîn divê bêne cîbicîkirin û cîbicîkirina wan bê kontrolkirin.
5 - Divê pirsgirêkên ku welatiyên li gundên sînorî rûbirû dibin li ser asta niştimanî û navdewletî bê ragihandin û binpêkirinên mafan bi dawî bibin.