Amerîka: Yekane rêya çareseriya aloziya Sûriyeyê biryara 2254 e

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê got ki ew di wê baweriyê de ne ku yekane çareseriya aloziya Sûriye cîbicîkirina biryara 2254 a Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ye.

Cîgirê Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Vedant Patel di konferanseke rojnamegeriyê de bersiva pirsên nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde da.

Patel got, "Li gorî Amerîkayê çareseriya pirsgirêkê ew e ku li gorî biryara 2254an a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî pêvajoyek di bin pêşengiya Neteweyên Yekbûyî de bê meşandin."

Di sala 2015an de bi biryara 2254an a Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî xwestibû ku şer bê rawestandin, destûreke nû ji Sûriyeyê re bê amadekirin û hilbijartin bên kirin.

Lê belê ev biryar heta îro nehatiye bicîhanîn.

Her wiha Patel got, "Em ji hemû welatan daxwaz dikin ku ji bo aramkirina rewşê çi ji destê wan tê bikin. Em naxwazin di vê heyama hesas de nakokî zêdetir bibin."

Derbarê rewşa mirovî û alîkariyên li Sûriyê de Patel wiha got:

"Pêşkêşkirina alîkariyên mirovî yên guncaw gelekî girîng e. Me bi salan li herêmên ku zirar dîtine alîkariyên xurt da.

Em dê li ser şopandina rewşê berdewam bin û dema ku pêwîst be em dê tedbîrên guncav bigirin.

Şerê li Heleb û Îdlîbê

27ê Çiriya Paşîn komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kir.

Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin, 30ê Çiriya Paşîn piraniya navenda Helebê bi dest xist.

Komên çekdar 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola komên çekdar.

Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) û hevpeymanên wê êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Kurdnişîn ên Helebê û navçeya Şehbayê ya di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk de û cih û warên Kurdan dikin.

Bi hezaran Kurdên Heleb û Şehbayê ber bi bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê ve diçin.

Li hinek herêman di navbera HSD û komên çekdar de şer û pevçûnên dijwar derdikevin.