Li Wêranşarê cenazeyê kesekî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, cenazeyê zilamekî hat dîtin.

Li nêzîk gundê Kaniya Kerikê yê Wêranşarê, gundiyan li ser rê cenazeyê zilamekî dît û tîmên tenduristiyê û polîs agahdar kirin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirsutiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Piştî lêkolîna li cihê bûyerê cenazeyê zilamê ku nasnameya wî nehat zanîn ji aliyê tîman ve ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê hat veguhastin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.