Çûnûhatina di Deriyê Sînorî yê Zêtê re hat ragirtin

04-12-2023
RÛDAW
Nîşan Deriyê Sînorî yê Zêtê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Qaymeqamê navçeya Mêrgesorê ragihand ku îro ji ber kar û xebatên li aliyê Bakurê Kurdistanê Deriyê Zêtê ji çûnûhatina geştiyaran re hatiye girtin.

Qaymeqamê navçeya Mêrgesorê ya Hewlêrê Xefûr Ehmed ji Rûdawê re ragihand ku îro çûnûhatina geştiyaran a di Deriyê Sînorî yê Zêtê re hatiye girtin û sibe careke din dest pê bike.

Qaymeqamê Mêrgesorê Xefûr Ehmed diyar kir ku ragirtina çûnûhatinê ji ber kar û xebatên li aliyê Bakurê Kurdistanê ye.

Deriyê Sînorî yê Zêtê roja Çarşemê 10ê Gulanê di navbera Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de hat vekirin.

Dema derî hat vekirin, tenê bi karavanan hate çêkirin û li aliyê Herêma Kurdistanê dest bi avakirina kampa nû hatiye kirin.

Qaymeqamê Mêrgesorê Xefûr Ehmed got, “Kar nade sekinandin, em dê karê xwe bikin û ji bo ku çûnûhatin raneweste tiştekî guncav dayînin.”

Deriyê Sînorî yê Zêtê yê di navbera Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de li navçeya Mêrgesorê ye û parêzgehên Hewlêr û Colemêrgê bi hev re girê dide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst