Li Girê Spiyê du grûpên çekdar bi hev ketin

04-12-2023
RÛDAW
Nîşan Girê Spî Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Girê Spiyê yê Rojavayê Kurdistanê şer di navbera du grûpên çekdar de derket û di encamê de hinek çekdar hatin û birîndarkirin.

Li bajarê Girê Spî şer û pevçûn di navbera 2 grûpên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê de derketin û hinek çekdar hatin kuştin û birîndarkirin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, êvara roja yekşemê, şer û pevçûn di navbera çekdarên el-Cebhe el-Şamiye û Feyleqa el-Mecid de derketin.

Di encama şer û pevçûnan de ku li nav taxên nişteciyên bajarê Girê Spiyê derketine, 2 çekdar ji herdu aliyan hatine kuştin û 5 çekdarên din jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, sedema şerê her du grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê nakokiya li ser bazirganiya madeyên hişbir bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst