Li Mêrdînê qeza: 3 jê zarok 8 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek qulibî di encamê de 8 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyan derengiya şeva 4ê Kanûnê 2023an li Gundê Tilqerê yê Qoserê otomobîla ku kesê bi navê A.A.yê 49 salî şofêriya wê dikir ji rê derket û wergeriya.

Di encama qezayê de 3ê jê zarok bi giştî 8 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.