Dorpêça li ser Şehba û taxên Kurdan ên Helebê dijwartir bûye

04-12-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Nîşan Şehba Eşrefiye Taxa Şêx Meqsûd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dorpêça Hikûmeta Sûriyeyê li ser taxên Kurdan ên bajarê Helebê dijwartir bûye.

Dorpêçeke dijwar li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Kurdan ên Helebê û li navçeya Şehbayê ku nêzîka 100 hezar koçberên Efrînê lê dijîn heye û rewş ber bi karesateke mirovî ve diçe.

Di wê dorpêçê de, hêzên Hikûmeta Sûriyeyê rê nade ku mazot, çîmento, rûnê otomobîlan, boriyên avrêjê û pêdiviyên din derbasî wan deveran bibin.

“Nexweşxane nikarin pêşwaziyê li xelkê bikin”

Çalakê sivîl Îbrahîm Şêxo ji Şehbayê ji Rûdawê re axivî û got, “Ev dorpêça herêma Şehbayê bêhtirî 8 roj in berdewam e.

Rewşa nexweşxaneyan jî gelekî xirab e. Nexweşxane nikarin pêşwaziyê li xelkê bike.

Çûn û hatin jî hatiye sekinandin. Em dikarin bibêjin rewşeke awarte hatiye avakirin.”

Hin nişteciyên wan navçeyan ji Hikûmeta Sûriyeyê daxwaz dikin ku dawî li wê dorpêçê bê, ji bo welatî bi awayekî xweştir jiyana xwe berdewam bikin.

Li aliyê din ji ber wê dorpêçê rê nayê pêdiviyên jiyana rojane derbasî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Kurdan ên Helebê bibin.

Lewma şarederiya her du taxan ku ser bi Rêveberiya Xweser ve ye, ragihand ku ew karên xwe yên xizmetguzariyê radigirin.

“Eger rewş wiha berdewam bike wê karesateke mirovî çêbibe”

Hevseroka şaredariya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Sêvîn Emonê li ser wê dorpêçê got, “Eger rewş wiha berdewam bike wê karesateke mirovî çêbibe.”

Her Sêvîn Emonê diyar kir ku bêdengiya civaka navdewletî dihêle ku Hikûmeta Sûriyê dorpêça xwe berdewam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst