Li Erziromê 9 xwendekar bi jehrê ketin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê, 9 xwendekar bi ava fêkiyan bi jehrê ketin.
Li gorî agahiyan li navçeya Yakutiyeyê ya Erziromê, li Dibistana Amadeyî ya Şukrupaşayê 9 xwendekar li dibistanê nexweş ketin.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn wê dibistanê.
Tîmên tenduristiyê xwendaker bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Erziromê û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Ataturkê.
Di encama pişkinînên bijîşkî de hat zanîn ku her 9 xwendekar bi ava fêkiyan bi jehrê ketine.
Tê gotin ku rewşa tendursitiya xwendekaran baş e û metirsiyek li ser jiyana wan nîne.