Li Erziromê 9 xwendekar bi jehrê ketin

04-12-2023
RÛDAW
Nîşan Erzirom Xwendekar Jehrîbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê, 9 xwendekar bi ava fêkiyan bi jehrê ketin.

Li gorî agahiyan li navçeya Yakutiyeyê ya Erziromê, li Dibistana Amadeyî ya Şukrupaşayê 9 xwendekar li dibistanê nexweş ketin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn wê dibistanê.

Tîmên tenduristiyê xwendaker bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Erziromê û Nexweşxaneya Perwerde û  Lêkolînê ya Ataturkê.

Di encama pişkinînên bijîşkî de hat zanîn ku her 9 xwendekar bi ava fêkiyan bi jehrê ketine.

Tê gotin ku rewşa tendursitiya xwendekaran baş e û metirsiyek li ser jiyana wan nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst