Xwest bi benzînê sobeyê pê bixe: Bixwe mir û 2 zarokên wê jî birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Stewrê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê dayikekê xwest bi benzînê sobeyê pê bixe lê agir bi malê ket.

Di bûyerê de dayikê canê xwe ji dest da û 2 zarokên wê jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyên berdest, îro li taxa Îçoren a navçeya Stewrê dayîka bi navê A.B.O. hewl da sobeyê bi benzînê pê bixe lê agir bi malê ket.

Ji ber agir wê dayikê   canê xwe ji dest da û 2 zarokên wê jî birîndar bûn.

 Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û agir vemirandinê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tendurstiyê her du zarokên birîndar veguhastin Nexweşxeneya Perwerde û Lêkolînan a Mêrdînê.

Herwiha termê dayika wan jî veguhast beşa morgê ya heman nexweşxaneyê.

Hat ragihandin agirê ku bi malê  ketiye ji aliyê tîmên agirvemirandinê ve hatiye vemirandin lê zerereke zêde gihiştiye malê.