RIHA - Karkerê Ozak Tekstîlê: 'Seba ku wî nanî nedin, hevalên me ji kar derxistin'

04-12-2023
RÛDAW
RIHA - Karkerê Ozak Tekstîlê: 'Seba ku wî nanî nedin, hevalên me ji kar derxistin'
RIHA - Karkerê Ozak Tekstîlê: 'Seba ku wî nanî nedin, hevalên me ji kar derxistin'
Nîşan Ozak Tekstîl Çalakî Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çalakiya karkerên Ozak Tekstîlê ya li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di roja heftan de berdewam bû.

Karkerên ku ji ber zext û mobîngên xwediyê kar ji Sendîkaya Oz-Îplîkê îstifa kirin û daxwaza guhertina sendîkayê kirin, tevî hemû astengiyan çalakiya xwe berdewam dikin.

Karkerên Ozak Tekstîlê ji ber qedexeya çalakiyê ya ji aliyê parêzgariyê ve hatiye ragihandin, li şûna pêşiya kargehê, li parka Alî Şelî kom bûn û xwestin heta Meydana Rabiayê bimeşin lê polîsan nehişt û wan li wir daxuyaniyek da.

Karkerekî ji Rûdawê re got ku hevalê wan ji kar hatine derxistin û tenê ji ber ku daxwaza guhertina sendîkayê kirine gefê li wan dixwin.

“Mafê karkeran nade, li aliyê xwediyê kar e”

Karkerê Ozak Tekstîlê Mehmet Koca anî ziman:

“Ez 11 sal in li Rihayê di Tekstîla Ozakê de dişixulim. Li vê derê sendîkaya me li hundir heye, 6 sal in li ser kar e, mafê karkeran nade, li aliyê xwediyê kar e.

Me sendîkaya xwe guhert, piştî ku me sendîkaya xwe guhert heqaret li hevalên me kirin, ew ji kar derxistin.

Seba ku nanê me pariyek zêde bibe em heqê xwe dixwazin û seba ku wî nanî nedin me hevalên me ji kar derxistin.

Bi çend awayên gef li wan xwarin, bi malên wan, bi nanê wan gef li wan xwarin, zext û zordarî kirin. Karê me her ku çû zor bû, tenê ji ber ku me xwest sendîkaya xwe biguherin.”

Karker dibêjin wan roja şemiyê xwestiye derbarê çalakî û daxwazên xwe de hevdîtinekê ligel Şêwirmendê Serokwekîlê Parlamentoya Tirkiyeyê Bekîr Bozdag ku wê rojê hatibû Rihayê pêk bînin.

Wan soz daye di nav rojekê de wê hevdîtinê rêk bixin lê roja 3yê Kanûna Pêşînê wan soza xwe bicih nekiriye û bersiva telefona wan jî nedane.

Karkerekê jî bi rêya Tora Medyayî ya Rûdawê daxwaza piştgiriyê kir.

Karkera Ozak Tekstîlê Funda Bakişê jî got:

“Hevalên me ji kar derxistin, heqaret û mobîng li me kirin. Ez ji we piştgiriyê dixwazim.”

Di roja heftemîn a çalakiyê de karker ne bi tenê bûn, partiyên wek HEDEP, EMEP, TÎP, TKP û rêxistinên civaka sivîl jî piştgirî dan karkeran.

Karkeran dirûşmên wek “Li Ozak Tekstîlê îşkence li karkeran tê kirin, Karkerên Ozakê li mafê xwe digerin, Bi berxwedanê em dê bi ser bikevin” bilind kirin.

Karkerên Ozak Tekstîlê dibêjin, heta daxwazên wan neyên bicihkirin ew dê çalakiya xwe berdewam bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst