Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî dibêje, ew hemû destkeftên di çarçoveya karê hevbeş ê HSDê û Hevpeymaniya Navdewletî de bo Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hatine bidestxistin, ji ber êrîşên Tirkiyê gef li ser wan e. Her wiha daxwazê ji civaka navdewletî dike ku “yekser gavên konkrêtî biavêje” bo rêgirtin li êrîşa Tirkiyê û pêşdebirina çareseriya siyasî bo pirsa Kurd. Mazlûm Ebdî her wiha anî ziman, “Em li Sûriyê hevpeymanê herî dilsoz ê Amerîkayê ne.”
Roja Yekşemê 4ê Kanûna 2022an, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî gotarek bi navnîşanê “Em Hevpeymanê Herî Dilsoz ê Amerîkayê ne; Me Jibîr nekin” di Rojnameya Washington Post a Amerîkayê de belav kir û têde bale dikşîne ser çend mijaran. Êrîşên Tirkiyê, pirsa Kurd li Sûriyê û teşwîqkirin bo danûstandinên navbera Partiya karkerên Kurdistanê (PKK) û hikûmeta Tirkiyê mijarên serekî yên gotarê ne.
Mazlûm Ebdî di beşekî gotara xwe de bale dikşîne ser dema şerê Kobanî û dibêje: “Di sala 2014an de cîhanê warê min, Kobanî û gelê min, Kurdên Sûriyê naskirin, dema me bi hevbeşî ligel Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî şerê DAIŞê kir û ew bezand. Ew hevpeymaniya me li wê derê çêkir, bû sedema bidawîanîna xilafeta DAIŞê di sala 2019an de.” Lê wek ew dibêje, îro dîsan Kobanî di jêr gefê de ye û “ hemû destkeftên wê hevbeşiyê jî di metirsiyê de ne.”
Wek Mazlûm Ebdî dibêje, vê carê gef ne ji aliyê DAIŞê ve ye, lê ji aliyê hevpeymanekî Amerîka û endamekî NATOyê ve ye û dibêje: “Zêdeyî hefteyek e hikûmeta Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bajarên me bombebaran û topbaran dike, xelkê sivîl dikuje, jêrxana girîng a sivîl têk dide û Hêzên Sûriyeya Demokratîk dike armanc.”
“Ew cihê Bexdadî tê de desthilatdar bû, niha tê de jinên serkirde xuya ne”
Fermandarê Giştî yê HSDê behsa wê yekê dike ku bo xelkê Rojavayê Kurdistanê, şikestina serbazî ya DAIŞê “qet ne take armanca wan bûye”, lê wek ew dibêje, di her qonaxeke şerê wan de gav bo nehiştina îdeolojiya li pişt wê rêxistinê avêtine, ew jî bi danîna sîstemekê li ser bingehê berfireh, piralî û yeksanî. Amaje bi wê yekê jî dide û dibêje: “Li Reqayê demekê Ebû Bekir Bexdadî desthilatdar bû. Niha jinên Sûriyê li wî cihî serkerdeyên diyar in.”
HSD di sala 2015an de bo rûbirûbûna DAIŞê hat damezrandin; hevpeymaniyek ku ji Kurd, Ereb û Aşûriyan pêk tê û hemû pêbendê têkşikandina DAIŞê ne. Di wê derbarê de Mazlûm Ebdî dibêje: “Li her bajarekî ku hatine kontrolkirin, xelkê me li wir rêveberiyeke xwecihî damezrandine ku yekem car e li Sûriyê nûnertiya hemû netewe û olan dike û desthilata yeksan daye jinan.”
Li ser wan rexneyên ku nikarîne “standartên demokratîk ên rojava” cîbicîh bikin, Fermandarê Giştî yê HSDê dibêje: “Sîstema me ne temam e û me di demekê de çêkir ku di şer û jêr ambargoyeke dijwar a aborî de bûn.” Mazlûm Ebdî dibêje: “Di warê desthilat û asayîşê ve, me ji hemû desthilateke din a Sûriyê karên baştir kirine.” Herwiha tekez dike ku yek ji wan jî “bêyî serkeftina Kobanî û piştgiriya navdewletî bo berxwedanê nedihat kirin.”
“Hewla kuştina min hat dayîn”
Niha, bi baweriya Mazlûm Ebdî, êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê wan hemû destkeftan dixe jêr gefeke nû. Roja 20ê Mijdara 2022ê artêşa Tirkiyê dest bi bombebaran û topbarankirina Rojavayê Kurdistanê û çend navçeyên jêr desthilata Rêveberiya Xweser kir û operasyoneke nû bi navê “Pence-Şûr” ragihand.
Di vê derbarê de Mazlûm Ebdî dibêje: “Bombebaraneke Tirkiyê bingehekî nêzîkê bajarê Hesekê kir armanc, ku li wê derê ligel Amerîkayê kar dikim bo plandanîna operasyonên dijî DAIŞê. Ew navçe hat armancgirtin ku hêzên Amerîkayê kêmî 100 metreyan jê dûr bûn. Bi baweriya min ew hewldanek bû bo kuştina min.” Herwiha dibêje, Tirkiyê îsal hejmarek hevalên wê di nav rêzên HSD û Rêveberiya Xweser de kirine armanc.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi awayekî berdewam gefa êrîşeke bejahî bo ser Rojavayê Kurdistanê dixwe û herî dawî roja 3ê kanûna 2022ê li parêzgeha Rihayê ya Baqkurê Kurdistanê di mitîngekê de got: “Em ji biryara çêkirina navçeya aram bi kûrahiya 30 kîlometreyan paş de gavan navêjin.”
Mazlûm Kobanî di wê derbarê de dibêje: “Ji xeynî teror, êrîşa esmanî û bombebaranê, Erdogan li ser gefa êrîşa bejahî bo ser axa me berdewam e. Em dizanin derencama êrîşeke bi wî awayî çi dibe. Ji ber Tirkiyê berê jî du caran ev kar kiriye.”
Ji sala 2016an ve bi hevkariya hêzên nêzîkê xwe, Tirkiyê du operasyon li navçeyên jêr desthilata Rêveberiya Xweser kirine. Destpêka sala 2018an, Tirkiyê û hêzên nêzîkê wê yên opozisyona Sûriyê operasyonek bi navê “Çiqlê Zeytûnê” dan destpêkirin û herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dagîr kirin û di Cotmeha 2019an de jî wan hêzan êrîşî sînorê Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê kirin û ew jî dagîr kirin.
Fermandarê Giştî yê HSDê dibêje, wan operasyonan bi sedan hezar kes koçber kirine û şerê dijî DAIŞê jî ji derb xistine. Niha jî wek ew bi xwe dibêje, piştî çend sal ji desthilata Tirkiyê, ew navçe “wek cihê tevlîhevî, nearam, şerê navxwe û hebûna radîkalan tên naskirin.”
Berhevkirinek di navbera desthilata HSD û Tirkiyê de li Efrînê
Di berdewamiya gotara xwe de, Mazlûm Ebdî qala wê yekê dike ku li wan cihên serdemekê “rêveberiya wan pêkve jiyana neteweyî, azadiya olî û mafên jinan diparast, niha hêzên Tirkiyê û milîşiyayên nêzîkê wê binpêkirinên hovane li beramber kêmîneyên neteweyî û olî û jinan dikin.”
Ebdî behsa berî êrîşa Tirkiyê bo ser herêma Efrînê dike û dibêje: “Di serdema rêveberiya me de, Efrîn take beşê bakurê rojavayê Sûriyê bû ku destê grûpên radîkal negihiştibûyê, lê ji wê dema navçe ketiye bin jêr kontrola Tirkiyê, grûpên ser bi Qaîdeyê li wê derê bi azadî tevdigerin.” Ew jî di demekê de ye ku her li wê derê, havîna îsal, di êrîşeke bi dronê ya Amerîkayê de, serkirdeyekî bilind ê DAIŞê bi navê Mahir Eqal hat kuştin.
HSD “bi tundî” teqîna Stenbolê şermezar dike
Roja 13ê Mijdara 2022an teqînek li ser Cadeya Îstiklalê ya navçeya Beyoglu ya Stenbolê çêbû û di encamp de şeş kesan canê xwe ji dest dan û 81 kesên din jî birîndar bûn. Rojek piştre Tirkiyê PKK bi pêkanîna wê teqînê tohmetbar kir û got: “PKK ji pêkanîna wê teqînê berpirs e.” Piştre jî îddîa kir ku fermana teqînî “Ji Kobanî hatiye”; tohmetek ku her yekser ji aliyê Yekîneyên parastina Gel (YPG), HSD û PKKê ve hat redkirin.
Li gor Mazlûm Ebdî, Tirkiye ne ji ber ti karekî HSDê gefê li gelê Rojavayê Kurdistanê, asayîş û aramiyê dixwe ku wan hewqas qurbanî bo wê dane û dibêje: “Erdogan wek hincetekê bo şer, Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi teqîna Stenbolê tohmetbar dike. Ez vekirî bibêjim, ev vê kiryara terorîstî şermezar dikin, em wan hemû tohmetan red dikin û sersaxiyê ji kesûkarên qurbaniyan re dixwazin.” Hevdem daxwaza pêkanîna lêkolînekê dike û amadebûna xwe ji bo hevkariya lêkolînê tîne ziman.
“Em daxwazê ji kesî nakin şer bo me bikin”
Fermandarê Giştî yê HSDê di beşeke din a gotara xwe de dibêje: “Em daxwazê ji kesî nakin şer bo me bikin. Gelê min li vir e, ji ber berê gelekî bi tenê berxwedan kiriye. Eger em neçar bibin careke din jî berxwedanê dikin. Lê tişta em daxwaz dikin cîhan di erkekî giran de ligel me be: Ku ew jî aştî ye.” Bi baweriya mazlûm Ebdî, ra û bingehên wê milmilaneya hewqasî êş û jan gihandine gelê Rojavayê Kurdistanê, siyasî ne û dibêje: “Ti kîn û nefretek di navbera gelê Kurd û Tirk de nîne, lê serkirdeyên Tirkiyê ev yek kirine siyasî daku Kurd wek gefeke emnî bibînin û ji mafên wan ên bingehîn ên demokratîk bêbeş bikin.”
Danûstandina ligel PKKê wek çareserî dibîne
Berî 2015an hikûmeta Tirkiyê danûstandin ligel Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kirin bo bidawîanîna milmilaneya çekdarî ya navbera PKK û Tirkiyê û çareserkirina pirsa Kurd bi rêya aştiyane. Mazlûm Ebdî dibêje: “Dema ew gotûbêj dihatin kirin, em ligel cîranên xwe yên Tirk bi aştî dijiyan. Eger danûstandin destpê bikin, em jî dikarin careke din di nav aştiyê de bijîn.
Mazlûm Ebdî herwiha behsa wê yekê dike ku dema Rojavayê Kurdistanê sala 2019an di jêr gefan de bû, “PKK pêşniyar kir ku rûnin û bi pey çareseriya siyasî de bigerin.” Lê dibêje, banga PKKê bê bersiv ma û çend meh piştî wê Tirkiyê “du bajarên me dagîr kirin û dest danî ser wan” ku Serê Kaniyê û Girê Spî bûn.
Mazlûm Ebdî dibêje, eger civaka navdewletî “bi dijwarî” dijî êrîşa Tirkiyê rawestiyaba û “ji bo aştiyê helwêst pêşan bidaya, dibe rewş cudatir bûna.” Herwiha dibêje, herçiqas kes nikare demê vegerîne, “dikarin ji trajediyên borî fêr bibin.”
Di dawiya gotara xwe de, Fermandarê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê dibêje: “Em dikarin rolekî bibe hevkar bibînin di destpêkirina danûstandinên navbera PKK û Tirkiyê de û bighin wê aştiya ku bo wê xebatê dikin.” Herwiha daxwazê ji civaka navdewletî dike ku “yekser gavên konkrêtî biavêje” bo rêgirtin li êrîşa Tirkiyê û pêşdebirina çareseriya siyasî bo pirsa Kurd li ser bingehê demokrasî, pêkve jiyan û mafên yeksan” û dibêje: “Hebûna gelê me û asayîşa navçeyê bi vê ve girêdayî ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse