Li Tirkiyê ji ber polîtîkayên desthilatê bûyerên kuştina jinan berdewam in

04-12-2022
Zînê Cahîde Akgul
Bahar Hezer
Bahar Hezer
Nîşan Kuştina Jinan Bahar Hezer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bûyerên kuştina jinan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê rojane çêdibin û li gor welatiyan sedema bingehîn helwêsta desthilatê ye ku polîtîkayên dijî jinan birêve dibe.

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê endama Desteya Rêveberiya Odeya Endezyarên Avahîsaziyê Bahar Hezer roja Şemiyê li kolanê ji aliyê birayê xwe ve bi çekê hat kuştin.

Welatiyeke jin li hember tundiya jinan got “Çima mêr tundiyê dikin? ez ya xwe bibêjim. Ew jî ji ber ku jin serî rankin. Dewlet jî li jinan xwedî dernakeve. Ku dewlet li jinan xwedî derketa wiha nedibû, dê cudatir bûya. Wek mînak kesek li jinan tedayiyê bike, cezayê wî hebûya li Tirkiyê di cudatir bûya. Pêşî dewlet li pişta jinan be, lê ka dewleta me jî tine. Em çawa bikin? Mecbûr em dê bikişînin. Heta dewleta me ev be, em dê bikşînin. Bi asanî di nav bajêr de ji xwe re digerin. Jin tê kuştin, digre, paş du salan dîsa tê berdan. Wexta ku mêr zanibe dewlet li pişta wî ye, dikuje.”

Bahar Hezer berî hefteyekê bi helkefta 25ê Mijdarê 'Roja Rûbirûbûna Tundûtîjiya Dijî Jinan a Cîhanî' li ser hesabê xwe yê medya civakî vîdeoyek belav kiribû ku tê de kiryarên mêran pêşan dida.

Welatiyeke din a jin dibêje “Neheqî ye, jin çiqas xerab be jî heqê jinê kuştin nîne. ez li dijî me. Ji ber ku jin dayikên me ne, ew tinebin, em tinin. Ji bo ku şîdet kêm bibe, divê em ji jinên xwe re xwedî derkevin ku jinên me wisa nebin. Îro em li jinên xwe xwedî dernekevin, dê herkes wisa bike. Eger ku ez bibînin tundî li jinek tê kirin, divê ez lê xwedî derêm. Eger ez lê xwedî dernekevim ev jî ew jî dernayê, paşê dê çi bibe? Bêguman ew dê here. Îro ew nîbe sibê ez im.”

Li gor amarên Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin di meha borî de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 30 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û canjidestdana 20 jinan jî bi guman e. Herwiha li gor rapora Komeleya Mafên Mirov a Şaxa Amedê jî li tevahîya bajarên Bakurê Kurdistanê ji Mijdara 2021ê heta Mijdara îsal 117 jin di encama êrîş û bûyerên cûda de canê xwe jidest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst