Mesrûr Barzanî: Hinardekirina berhemên xwemalî deriyekî nû ye ku li ber cotkarên me hatiye vekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand ku yekem car e berhemên xwemalî yên Herêma Kurdistanê ji bo derve hatin hinartin û got, “Ev sozeke ku me berê dabû, niha me ew soz daye cîbicîkirin. Ev ji bo cotkarên me mizgîneke baş e, deriyek nû ji wan re vebû.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî yê ku li Hewlêra paytext serdana Family Mallê kir, li marketa Carrefourê ya ku hinarên xwemalî lê tên firotin, danûstandin kir.

Serokwezîr Barzanî li vir ji çapemeniyê re axivî û ragihand ku hinardekirina hinarên xwemalî yên Helebce û Zaxoyê bo welatên Kendavê dest pê kiriye û ev yek deriyeke nû ji cotkarên Herêma Kurdistanê re vedike.

Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku wan berî niha sozek derbarê hinardekirina kelûpelên xwemalî dabûn û niha jî ew soza ku dabûn cîbicîkirin û got, “Vê carê me hinar şandin welatên Kendavê lê ev hîn destpêk e. Di qonaxên pêş de em plan dikin ku berhemên din ên wekî tûfrengî, hejîr, hingiv û sêvan jî bişînin derve. Ji bo hinardekirina hinarên xwemalî em bi welatên Ewropayê re jî axivîn. Ev ji bo cotkarên Kurdistanê mizgîneke xweş e. Divê cotkarên me xema zêdekirina berhemên xwe nekin. Em dikarin pêdiviyên navxweyî biparêzin û yên mayî jî hinarde bikin.”

Mesrûr Barzanî bi bîr xist ku wek hikûmet ew li ser pirrengkirina çavkaniyên dahatê kar dikin û spasiya wan kesan kir ku di serkeftina vê pêvajoyê de bûne alîkar.

Mesrûr Barzanî got, “Em bi gelek awayan piştgiriyê didine cotkarên xwe. Beriya her tiştî vekirina derî û bazarên derve garantiya firotina berhemên cotkarên me ye.”