Serok Barzanî: Berevaniya gelê Kurd a man û nemanê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî dibêje, doza Kurd her tim rewa û aştiyane bûye û rêya şer hilnebijartiye û daxwaz dike ku Pirsa Kurd li hemû perçeyên Kurdistanê bi rêyên aştiyane bê çareserkirin. Serok Barzanî hemû gelê Kurdistanê piştrast dike ku dê tola şehîdan bê hildan û dibêje jî, “Berevaniya gelê Kurd berevaniya man û nemanê ye. Berevanîkirin jî mafekî rewa ye.”

Li Hola Seed Ebdullah a li Hewlêrê îro, 04.12.2021, Kongreya Diyaspora Kurdî birêve diçe ku dê du rojan berdewam bike û Serok Mesûd Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û berpirsên hizbî û hikûmî di kongreyê de amade ne.

Serok Mesûd Barzanî di kongreyê de gotarek pêşkêş kir û tekezî li ser doz û xebata rewa ya gelê Kurd kir û got, “Gelê Kurd ti caran êrişî axa ti kesî nekiriye û her tim xwe parastiye.”

Serok Barzanî dibêje, “Gelê Kurdistanê ti caran rêya şer hilnebijartiye, lê eger hatibe neçarkirin, berevanî li xwe kiriye, berevanîkirin jî mafekî rewa ye, berevaniya gelê Kurd berevaniya man û nemanê ye... ti caran Kurd neçûne ser axa ti kesî û teda li ti kesî nekirine, lê her tim amade bûne û amade jî dibin ji bo berevaniya li man û nemana xwe.”

Di dewama gotara xwe de Serok Barzanî dibêje, “Em hêvîdar û dawakar in doza gelê Kurd li hemû perçeyan bi şêweyekî aştiyane û demokratîk bê çareserkirin. Şer ne çareserî ye, ne ji bo pirsa gelê me û ne ji bo ti pirsgirêkeke din. Lê li vir xaleke gelek girîng heye, em wek Kurd, wek Kurdistanî divê gelek hişyar bin ku nakokiyên li gel rejîman nebin dijminkariya li gel gelên din.”

Li ser pêkvejiyana li Kurdistanê jî Serok Mesûd Barzanî tekez dike, “Kurdistan nimûneyeke ciwan a pêkvejiyana ayînî û netewî ye. Gelê Kurd her tim şanazî bi wê kiriye ku ew çand gelek kevn e û divê bê parastin û cîhan jî bizane ku Kurdistan welatê pêkvejiyanê ye. Armanca gelê me her tim parastin û berevaniya mafên pêkhateyan bû û em dê berdewam jî xebatê ji bo wê yekê bikin.”

 

 

Serok Barzanî daxwaz ji diyaspora Kurdî kir ku van xalan li ber çav bigire:

-Divê diyaspora Kurdî xebateke ciddî bike ji bo xwebirêxistinkirin û komkirina hemû dilsoz û welatparêzan di bin sîbera alaya pîroz a Kurdistanê de

-Rêzgirtin li yasa û rêsayên wan welatên ku tê de dijîn û xwedûrgirtin ji her karekî nerast û dijî yasa

-Hana ciwanan bide ji bo xwendin û xwegihandinê, perwerdeya zarokan ji bo dîrok, ziman û çanda xwe, nabe bê jibîrkirin

-Pêkanîna peywendiyên dostane li gel hemû diyasporayên miletên din ku li gel we li wî welatî dijîn

-Hewleke ciddî bê dayîn ji bo bidestxistina zêdetirîn dostan bo gelê Kurdistanê û hewldan bo wê ku piştevaniya we bikin ji bo naskirina hemû wan jenosîdên li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin, ji ber ku pêwîst e parlamento û xelkê wan welatan, guvaş li welatên xwe bikin bo naskirina wî mafî bo gelê Kurdistanê. Ji ber ku gelek hewl li gel hikûmetan hatine dayîn, lê mixabin heta niha ew bersivdayîn nebûye, vê yekê pêwîstî bi guvaşa parlamento û xelkê wan dewletan heye. Hûn jî dikarin roleke gelek sereke bibînin

-Piştevaniyê li ezmûna Herêma Kurdistanê bikin ku mixabin heta niha metirsiyeke gelek mezin li ser Herêma Kurdistanê heye. Mixabin berî çend rojan li navçeya Germiyan û duh (03/12/2021) li Mexmûrê, terorîstn çendîn welatî û Pêşmerge şehîd kirin. Ev jî wê rastiyê nîşan dide ku hê jî metirsiyeke mezin li ser Herêma Kurdistanê heye. Ez li vir xelkê Kurdistanê piştrast dikim ku tola şehîdan dê bê hildan û xwîna şehîdan vala naçe