Polîsê Silêmaniyê: Teqe li polîsan hat kirin

Silêmanî (Rûdaw) - Berdevkê Polîsê Silêmaniyê Serkewt Ehmed ragihand ku îşev êriş li dijî polîsên Rêveberiya Tundûtujiya Dijî Jinan hat kirin û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Berdevkê Polîsê Silêmaniyê Serkewt Ehmed ji Rûdawê re ragihand ku îşev Şemiyê 4ê Kanûna 2021ê êriş li dijî polîsên Rêveberiya Tundûtujiya Dijî Jinan hat kirin û got: “Tişta ku heta niha diyar e ew e ku li Silêmaniyê teqe li polîsên Rêveberiya Tundûtujiya Dijî Jinan û di encamê de efserekî polîsan hate kuştin û 2 polîsên din jî birîndar bûne."

Rêvebirê Navenda Hawarçûnê ya Silêmaniyê Saman Nadir jî ji Rûdawê re ragihand ku piştî agahdarkirinê tîmên wan gihiştine cihê bûyerê û hatiye eşkere kirin ku 4 polîs birîndar bûne û polîseke din jî canê xwe ji dest daye.

Saman Nadir herwiha diyar kir ku ew efserê polîs ê ku jyanê xwe ji dest daye navê wî M.L ye û niha termê wî li Tipa Dadê ya Silêmanîyê ye û birîndar jî bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.