Dora kirîna nanê erzan li Stenbolê

Hewlêr (Rûdaw) - Li cihê Şaredariya Mezin a Stenbolê nirxê her sominekî lîreyek û 25 quruşe ev di demekê de ye ku li cihên din nirxê wê nêzîkî 4 lîre ye û bi vê sedemê xelk ketina dora kirrîna nan.

Orhan Sumer, Malnîşîn, diyar dike, “Ez malnîşînim, nikarim debara xwe bikim. Bi neçarî  ez û piraniya xelkê  nanê erzan dikirin. Nirxê nanê somin li cihê din 3 lîre û nîve, li vir bi lîreyek û 25 quruş e. Em ji her tiştê xwe kêm dikin. Eger hejarî nebe çima ev dor hebin? Mûçe kême ji ber wê jî nanê erzan tê kirîn.”

Di van çend mehên derbasbûyî de nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolarê Amerîkî û Euro bi rêjeyekî berçav daket û ev jî welatiyên ku li Tirkiyê dijîn nîgeran kiriye.

Li gor amarên fermî yên hikûmetê rêjeyê enflasyonê gehîştiye ji sedî 20î. Ev jî rasterast bandor li ser nirxê xorak û pêdewiyên rojane kiriye û bi vî awayî rewşa aborî ya  83 milyon welatiyan jî zehmet kiriye.

Nurten Duru, Welatî, dibêje, “Me xanî kirî, hinek pere jî mane, min dolar kirîn. Ezê deynê xwe bidim, ji ber min dolar deyn kiribûn.”

Hejmareke aborînas û pisporên darayî amaje bi wê yekê dikin ku rêjeya enflasyonê bi awayekî metirsîdar her diçe zêde dibe û nêzîka ji sedî 50î bûye.

Welatiyên Tirkiyê ji ber tirsa daketina nirxê lîreyê Tirkî û zêdebûna enflasyonê bi pereyên xwe yan zêr an jî dolar dikirin.

Hulya Orak, karmendê buroya diravên biyanî, diyar dike, “Berdewam em dolar difroşin, helk perê xwe dikin dolar. Li ku raweste, dê çi bibe nizanin bo wê jî welatî nîgeranin. Lê li gor fikra min  eger ewqasî daxwaz nebe û nîgeranî çênebe dolar zêde nabe. Bi ya min êdî dolar zêde nabe. Em li cihekî gelekî qerebalix kar dikin û xelk berdewam pereyên xwe yên veşartî tînin û dikin dolar.”

Li gor pisporên aborî û darayî ji ber Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan faîza Bankeya Navendî daxistiye nirxê lîreyê Tirkî daketiye û vê yekê jî rêjeya enflasyonê zêde kiriye û kirîn û firotina li bazarê giran kiriye. Ji destpêka vê salê heta niha lîreyê Tirkî nirxê xwe ji sedî 40 ji destdaye û ketiye rêza yekemîn ya pereyê herî  bêqîmet ya cîhanê.