Qasim Erecî: Piştî Şingalê dor tê Kerkûkê

04-12-2020
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Herêma Kurdistanê Şingal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Iraqê dibêje, serkeftina ezmûna rêkeftina Şingalê rêxweşker e bo rêkeftina Kerkûkê û bajarên din ên Iraqê û amaje bi wê dike, hikûmet dixwaze asayiş û seqamgiriyê li seranserê Iraqê biçespîne.

Qasim Erecî, Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Iraqê, duh, di dema pêşwazîkirina Rêxistina Promedyasyon a  Fransî ragihand, karê li pêş wan çareserkirina pirsgirêkan û nehiştina ruhê tolhildanê ye di navbera aliyên nakok de.

Di daxuyaniyekê de ku ofîsa Qasim Erecî bo Rûdawê şandiye, amaje bi wê hatiye kirin, “Serkeftina ezmûna rêkeftina Şingalê rêxweşker e bo cîbicîkriian wê ezmûna li Kerkûk û bajarên din ên Iraqê. Hikûmeta Iraqê jî her hewlekê bo vegerandina asayiş û seqamgiriyê seranserê welat dide.”

Her li gor daxuyaniyê, Mecdûlîn Cîr Ardo, Berpirsê Rêxistina Promedyasyon a  Fransayê, daxwaz ji Erecî kir, kar bikin bo rêkxistina giftugo di navbera aliyan de û rêxistina wan jî di nav giftugo de ye li gel hemû aliyên Şingalê.

Roja 9ê Cotmeha îsal, Berdevkê Mistefa kazimî, Serokwezîrê Iraqê ragihand, Kazimî çavdêriya rêkeftina taybet bi Şingalê kir ku desthilata hikûmeta federalî li wî bajarî bihêz dike.

Rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya derbarê Şingalê de jî ji aliyê beşeke zêde ya welatan ve pêşwazî lê hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst