Îsmaîl Beşîkçî: Divê Kurd li hemberî Tirkperestî, Erebperestî û Farsperestiyê li ber xwe bidin

04-12-2019
Nîşan Îsmaîl Beşîkçî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Civaknas û nivîskar Îsmaîl Beşîkçî ragihand ku . Naveroka neteperweriya Kurdî û neteperweriya Ereb, Tirk û Farsan gelek ji hev dûr in. Beşîkçî dibêje divê Kurd li hemberî Tirkperestî, Erebperestî  û Farsperestiyê liber xwe bidin.

Îroo Çarşemê (04.12.19) li Hewlrê bi hevkariya Weqfa Îsmîl Beşîkçî û Zanîngeha Kurdistanê derbarê Rojavayê Kurdistanê û dawîn pêşhateyan de konferansek jêr navê “Di Rewşa Niha ya Rojavayê Kurdistanê de Derfet û Metirsî” hat sazkirin. Civaknas û nivîskarê dostê Kurdan Îsmaîl Beşîkçî behsa rewşa Rojavayê Kurdistan û derfet û metirsiyên li pêş Kurdan kir.

Îsmaîl Beşîkçî piştî konferansê ji Rûdawê re diyar kir ku li bajarên Kurdistanê sazkirina panel û konferansên bi wî awayî gelek girîng e.

Beşîkçî got: “Ez dixwazim vê yekê bibêjim neteperweriya Kurdan gelek ji neteperweriya Ereb, Tirk û Farsan cudatir e. Naveroka neteperweriya Kurdî û neteperweriya Ereb, Tirk û Farsan gelek ji hev dûr in. Tirkperestî, Erebperestî  û Farsperestî hewl didin Kurdan bê bandor bikin. Minak naxwazin ti caran mijara zimanê Kurdî û pirsa Kurdî were rojevê. Hersê netewperestî li dijî Kurdan e, lê netewperweriya Kurdan li hemberî wan li ber xwe dide.”

Civaknas Beşîkçî dibêje divê Kurd li dijî netewperweriyê dernekevin, li şûna wê, bila girîngiyê bi naveroka wê bidin.

Di berdewamiy axavtina xwe de Beşîkçî got: “Minak dixwazin rê li ber zimanê Kurdî bigirin û Komeleya Ehmedê Xanî digirin, divê Kurd jî li hemberî vê li ber xwe bidin, ev e neteperwerî. Hersê welat bi bi hev re guvaşan li ser Kurdan dike, lê tiştê girîng ew e ku Kurd li hemberî wan bertekên xwe nîşan bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst