Dayîka Kurd a 65 salî ya di girtîgehê de canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Emine Aslan Aydogan (65) a li Girtîgeha Rihayê girtî bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku mela jî di nav de rê li ber kesûkarên Aslan Aydogan hate girtin ku beşdarî veşartina cenazeyê wê bibin.

Emine Aslan Aydogan a li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê girtî bû ji ber nexweşiya wê ya  gurçikê rakirin Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê.

Aydogan ku 16 meh in girtî bû, di heyama 10 rojan de 4 caran hate emeliyatkirin, lê duh li nexweşxaneyê rewşa wê xirab bû û jiyana xwe ji dest da.

Malbata Aydogan, ku xwestin bi wesayîta cenaze ya şaredariyê, cenazeyê Aydogan bibin Wêranşarê, şaredariyê bi hênceta ku wesayît xirabe bûye neda, û bi derfetên xwe cenaze birine  Goristana Wêranşarê.

Parlamentera Partiya Demokratîk (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu li ser hesabê xwe ragihand ku tevî mela rê li ber kesûkarên Aslan Aydogan hate girtin ku beşdarî veşartina cenazeyê wê bibin.

Ayşe Surucu wiha bertekên xwe nîşan da: “Emine Aydogan 65 salî bû nexweşiya wê giran bû. Ew salek û nîv bû di girtîgeha Rihayê de bû. Dayîka Emine canê xwe ji dest da. Cenazeyê wê ji aliyên polîsan ve hat dorpêçkirin û di nav de mela rê nedan kesûkarên wê beşdarî veşartina cenaze bibin. Ma ev edalet e, mirovahî ev e!”

Herwiha ji ber astengiyên polîs rê nehat ji bo Emîne Aslan Aydogan konê şîn were dayîn û lewma malbatê wê li mala xwe şînê qebûl dike.

Emine Aslan Aydogan di sala 2018an de ku rêvebera Rêxistina HDPê ya Navçeya Wêranşarê bû, bi îdiaya “endama rêxistinê ye” hatibû girtin û 8 sal û 7 meh cezayê zîndanê lê hatibû birîn.