Termên 9 zarokên Efrînî bi xakê hatin spartin

04-12-2019
RÛDAW
Termên wan zarokan li goristana Fêfîn li bakurê Helebê bi xakê hatin spartin
Termên wan zarokan li goristana Fêfîn li bakurê Helebê bi xakê hatin spartin
Nîşan Efrîn Heleb Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li goristana Fêfîn li bakurê Helebê termên 9 zarokên Efrînê ku bi topên Tirkiyê hatibûn kuştin, hatin veşartin.

Bi merasîmeke girseyî ku hemû koçberên Efrînê yên Herêma Şehbayê tê de beşdar bûn, termên zarokan hatin veşartin.

Herweha li pêşiya navenda artêşa Rûsyayê li Til Rifatê xwepêşandanek birêve çû û tê de dilgiraniya xwe derbarê bê dengiya Rûsyayê nîşan dan.

Li goristana gundê Fêfîn yê bakurê  Helebê termên 9 zarok û kalemêrekî Efrînê hatin veşartin.

Ev zarok 2 yê vê mehê li Til Rifatê li navenda geşepêdana zarokan ji aliyê topxaneyên Tirkiyê û grûpên çekdar yên ser bi wê ve hatibû topbarankirin û jiyana xwe ji dest dabûn.

Li vê goristana ku li koçberiyê hatiye avakirin, bi merasîmeke girseyî koçberên Efrînî dûrî bajarê xwe, zarokên xwe yên bê guneh bi xakê spartin.

Her yek ji van zarokan, xwedî nav, malbat û projeyeke jiyanê bûn, lê topên bê rehm, jiyana wan ji wan standin.

Li gor agahiyên taybet yên Rûdawê,her zarokên birîndar ku bo nexweşxaneya Helebê hatibûn şandin, rewşa wan pir xirab e, birînên piraniya wan zarokan jî pir giran e.

Herwiha li Til Rifatê, hejmareke mezin ji kesûkarên qurbaniyan û koçberên Efrînê li pêşiya navenda leşkerî ya Rûsyayê xwepêşandanek lidarxistin û tê de nerazîbûna xwe derbarê bê dengiya Rûsyayê nîşan dan, ji ber ku Herêma Şehbayê di bin kontrola hêzên rûsî de ye.

Di xwepêşadanê de malbatên zarokan û kesûkarên wan, wêneyên zarokên mexdûr bilindkirin û daxwaz ji civaka navdewletî kirin, ku helwesta xwe nîşan bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst