Mike Pence: Serdana bo Hewlêrê nîşana piştevaniya Amerîkayê ye

04-12-2019
RÛDAW
Nîşan Mike Pence Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence nameyek arasteyî amadebûyên Korbenda Weberhênana Neynewayê kir ku li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê birêve çû. Di wê nameya ku ji aliyê Balyozê Amerîkayê li Iraqê Matthew Tueller ve hat xwenden de Pence tekeziyê li ser girîngiya serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê dike.

Mike Pence di nameya xwe de, derbarê dawîn serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê û Iraqê de dibêje, “Serdana min a vê dawiyê ya bo Iraq û Hewlêrê, nîşandana girîngî û pabendbûna Amerîkayê ye bo perepêdana peywedniyên dualî yên me û piştevaniya bo pêşkevtina Iraqê ye weke welatekî xweşguzar, serwer û serbixwe.”

Nameya Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence wiha ye:

“Birêz beşdaran, ez kêfxweş im ku li ser navê serok û xelkê Amerîkayê pêşwaziyê li we dikim. Ez spasdar im ku hûn di Korbenda Weberhênana Neynowayê amade bûne. Hûn rola sereke ya bo pêşxistina peywendiyên bazirganî yên di navbera Amerîka û Iraqê de li ser digirin. Di pêkanîna vî karî de jî hûn rastî minetdariya Amerîkayê tên. Serdana min a vê dawiyê ya bo Iraq û Hewlêrê, nîşandana girîngî û pabendbûna Amerîkayê ye bo perepêdana peywedniyên dualî yên me û piştevaniya bo pêşkevtina Iraqê ye weke welatekî xweşguzar, serwer û serbixwe.

Bêguman ev korbend di warê pêkanîna karên mayînde bo Iraqiyan de dê alîkar be. Taybet jî ji bo keç û xortan. Herwiha di parastina çanda wê ya dewlemend de dê bo Iraqê bibe alîkar. Ez spasiya Ajansa Geşepêdana Navdewletî ya Amerîkayê, Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê, Hikûmeta Iraqê, Herêma Kurdistanê dikim, ku di pêkanîna vê korbendên de alîkar bûne. Ez ya herî baş bo Parêzgarê Neynewayê Necîm Cibûrî hêvî dikim. Bêguman Amerîka, dê li gel Iraqeke azad, demokrat û aram be, digel rêz û silavan.”

Balyozê Amerîkayê li Iraqê Matthew Tueller di çarçova beşdariya di Korbenda Weberhênana Neynewayê de duh gihiştibû Hewlêrê û li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiyabû.

Di wê hevdîtinê de xwepêşandanên li parêzgehên Iraqê û dawîn rûdan û pêşhatên li wî welatî û navçeyê jî hatibûn gotbûjkirin.

Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence roja 23.11.2019an bi awayekî çaverênekirî gihiştibû Bexdayê û piştî serdana serbazên wî welatî li Iraqê û peywendiyeke telefonî ya li ser Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ku berî çend rojan dest ji kar berda, bêyî ku hevdîtin an jî civînekê li gel berpirsên Iraqê bike, derbasî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bûbû û li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiyabû. Wê serdana Pence û ya bo Kurdistanê û civîna li gel Nêçîrvan Barzanî, li navçe û cîhanê deng vedabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst