Li Şirnexê 3 kes di kana madenê de bi jehrê ketin

Şirnex (Rûdaw) - Li Gundikê Melê ya bajarê Şirnexê du  kes jê  bira 3 kes ji ber dûyê madenê, di kana madena komirî de jehrî bûn. Kesekî xwest herdu kesan rizgar bike lê ew kes ku kete kana madenê jî tê de ma û jê tu agahî nayê standin.


Li gor agahiyên Rûdawê ji herêmê standine li bajaroka Gundikê Melê yê bi ser Şirnexa Bakurê Kurdistanê, karkerên madenê jehrî bûn.


Li gorî agahiyên ku gundiyan dan Rûdawê, karkerên bi navê Evdirehman Tunç û Omer Tunç, ji ber dûyê ku ji kanê derketî bi jehrê ketin û nekarîn ji kanê komirî (ocax) xwe xilas bikin û derkevin derve.


 Gundiyê bi navê Îdrîs Înal ji bo ku herdu karkeran ji kana madenê derxe û wan ji jehrîbûnê xilas bike kete kanê. Lê ew jî di kana madenê de ma û I wî jî tu agahî nayê wergirtin.


Gundî ditirsin ku hersê kes jî ji ber jehrîbûnê jiyana xwe ji dest dabin. Ji ber vê yekê bang li rêveberên dewletê dikin ku bigihijin hewara wan û karkeran ji bin kana madenê rizgar bikin. 


(A.B)