Parêzgarê Kirmaşanê: Pêwîst e bi leztir konteyner bêne dabînkirin

04-12-2017
RÛDAW
Nîşan Kirmaşan Kurdistan Erdhej
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Parêzgarê Kirmaşanê ragihand ku gelek nemaye demsala sermayê dest pê bike û ji ber vê jî pêwîst e bi awayekî leztir hewlên dabînkirina konteyneran ji bo xelkê wê parêzgehê were dan.


Ji ber erdhejî li bajar û gundên parêzgeha Kirmaşanê bi hezaran xanî xirabûn. Niha hejmareke zêde yê hemwelatiyên vî bajarî, li ber sermaya zivistanê mane û li derveyî xaniyên xwe dijîn.


Parêzgarê Kirmaşanê Hoşeng Bazwend da xuyakirin ku ji bo kesên ziyanpêketiyên erdhejê çêkirina konteyneran niha berdewam e, lê ji ber hatina sermayê pêwîst e ku ew kar bileztir bê encamdan.


Cîgirê parêzgarê Kirmaşanê ragihand ku ji bo bicîkirina tevahiya xelkê Kirmaşanê pêwîstiya wan bi 20 hezar konteyneran heye.


Supaya Pasdaran weke berpirsê dabînkirina wan konteyneran hatiye destnîşankirin û wan jî ragihandiye ku amade ne 14 hezar malên gerok ji bo wan welatiyan dabîn bikin.


Parêzgarê Kirmaşanê da xuyakirin ku pêwîst e di dema 45 rojan de cihê niştecîbûnê ji bo tevahiya welatiyan bê dabînkirin û divê wezareta rêkûpiran jî di demeke nêzîk de dest bi nûjenkirina xaniyên bike.

(A.B)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst