VÎDEO/ BAŞÛR - 2 xortan bi hev re hewla xwekuştinê dan

04-12-2016
RÛDAW
Li navçeya Seyid Sadiq a girêdayî Silêmaniyê 2 xortan hewla xwekuştinê dan
Li navçeya Seyid Sadiq a girêdayî Silêmaniyê 2 xortan hewla xwekuştinê dan
Nîşan Başûrê Kurdistan Silêmanî Seyid Sadiq Xort Xwekuştin
A+ A-

Seyid Sadiq (Rûdaw) - Li navçeya Seyid Sadiq du xortan bi hev re hewla xwekuştinê dan û di encamê de yek ji wan xortan cane xwe ji dest da û yê din jî bi giranî birîndar bû û niha jî rewşa saxlemiya wî nebaş e.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Seyid Sadiq Rêbînyar Ehmed ragihand: “Şeva bihorî ew her du xort li çiyayeke nêzîkî Seyid Sadiq xwestine ku xwe bikujin. Berî hewldana bo xwwekuştinê, yek ji wan xortan pêywendî bi hevalekî xwe kiriye û gotiye: Em ji jiyanê bêzar in û em dixwazin dawî bi jiyana xwe bihînin, lewma gerdena me azad bikin.”

 

Rêbînyar Ehmed herwiha ji zarê hevalekî wan her du xortan got: “Ew her du xort saet 23:30ê şev telefonê ji hevalekî xwe re kirine. Hevalê wan jî dibêje, me çend hewl da ku em pêywendiyê bi wan re bikin, lê belê pêwendiyên wan berdest nebûn û heta ku me dengê teqeyê bihîst.”

 

Rêvebirê Polîsê Seyid Sadir, eqîd Hekîm Ezîz li ser wê bûyerê ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Em saet 12:00ê şev ji aliyê Nexweşxaneya Şehîd şewket  ve hatin agahdarkirin, ku bûyerkee teqekirinê hebûye û demildest em li nxweşxaneyê amade bûn.”

 

Hekîm Ezîz got: “Dema ku çûne nexweşxaneyê, ji me re derket holê ku 2 xort li wir in ku gulle bi wan ketine. Yek ji wan demildest cane xwe ji dest daye û ewê din jî birîndar bibû û rewşa tendirustiya wî jî nebaş bû. Piştî ku kesê birîndar bo nexweşxaneya hawarhatinê ya Silêmaniyê hat şandin, piştî çareseriyan ew xort heta niha di jiyanê de maye, lê belê hêj rewşa tendirustiya wî ne di cih de ye.”

 

Rêvebirê Polîsê Seyid Sadiq heriwha destnîşan kir: “Dosyaya lêkolînê ji bo wê bûyerê hatiye vekirin û lêkolîneke hûr jî li ser bûyerê berdewam e. Li gel wê çendê jî ji me re yekalî bûye ku ew bûyer, bûyereke xwekujî ye.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst