Wekîlekî Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê çû ser dilovaniya xwe

 

Hewlêr (Rûdaw)- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê ragihand ku wekîlê di encûmena asayişê de Edîb Hemîd şeva borî bi celteya dil çû ser dilovaniya xwe.

Mesrûr Barzanî di daxuyaniyekê de got “Bi xem û kovanekê şeva borî hevkar û dostê me yê hêja kak Edîb Hemîd wekîlê di encûmena asayiûê de, li gor raportên pizîşkî ji ber ku dilê wî sekinî koça dawî kir”.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê xembariya xwe derbarê koça dawî ya Edîb anî ziman û got “Em gelek xembarin ku ev kesatiya dilsoz lihevhatî ji dest da”.

Mesrûr Barzanî herwiha sersaxiyên li malbata Edîb Hemîd kir.