DMME ceza dayê, Tirkiye hê jî înkar dike

04-12-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Strasbûrg (Rûdaw) - 26 û 27ê Adara 1994ê firokeyên şer ên tirk ji gundên Şirnexê Bêsûkê û Gewerê, ji gundên Qilabayê Şirîşê, ji yên Cizîra Botayê jî Şax û Heblerê bombe kirin. Ji Gewerê Mehmet (63), Ayşe (64) û Adil Uygur, Omer Kalkan (39), Îbrahim Duran (50), Elmas (37), Mirza (3), Şerife, Mehmet (15), Abdulkerim (2), Şaban (9), Îrfan (6) û Xunaf Yildirim  (3), Mehmet (37), Çiçek (2), Ali (6), Ayşe (1), Omer (12), Brûsk (36) û Abdurrahman Benzer (4), Xanê (15), Hatice (54) û Kerime Altan; ji Bêsûkê (Koçağılı) Ayşe (65), Newroz (6), Şewrê, Xoxê (60) û Xanê Bengin (40), Şemsi Koçar (18), Zahide Kiraç (2) û Fatma Bedir (3); ji Şax û Heblerê Ahmet Ceren, Selamet Înegol û du kesên din, ji Şirîşê Meryem (55) û Salih Şen (65), herî kêm 38 gundiyan jiyana xwe ji dest dan.

Di bin çavdêriya leşkeran de cerdevanan term rakirin û bi rasthatinî veşartin. Xwediyê miriyan hê jî nizanin ku termê kê li kû dere ye. Gundî ji bêmeferiyê heya 2008ê bêdeng man, dûvre serî li dozgeriya dan. Fermandariya Hêzên Hewayî ya Tirkiyê da pêş ku “ti balafirên wan ranebibûn, bombekirin û komkujî karê PKKê bû“!

Gundiyan û parêzerê wan Tahir Elçi dest ji şopandinê bernedan. Di dawiyê de ji Wezareta Veguhastinê daxuyaniya lixwemikûrhatinê hat. Li gorî rapora Daîreya Hewageriya Sîvîl, di 26.03.1994ê de du balafirên şer F-4 û F-16 bi hejmarên erkî “E253 û E254“ û bi navên “Tanyer60 (Berbang) û Kaplan05 (Piling)“, ji Amedê ji bendera hewayî ya leşkerî bi bombeyan barkirî rabibûn, di seet 10.24-11.54 û 11.00-12.00ê de di koordînata gundên komkujiyê re borîbûn. Raporê gotinên gundiyan piştrast dikir, bi awayekî fesîh fermanderiya hewayî derewkar dertanî. Bi govaniya gundiyan eşkere dibû ku ewilî helîkopter hatibûn ser gundê Gewerê, şopa mijê berdabûn û ew ji bo balafiran bibû nîşan.

Doza gundiyan çûbû Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Dadgehê di bûyerê de dewleta tirk sûcdar dît û bi 2 mîlyon û 305 hezar Euro cirmdayînê ceza kir. Tişta sosret ev e ku hê jî dewleta tirk berpirsyariya komkujiyê negirtiye ser xwe û kesên sûcdar eşkere nake.

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst