HPGyê nasnameya gerîlayekî eşkere kir
Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) diyar kir ku gerîlayê bi nasnavê Rêgeş Qelqelî canê xwe ji dest daye.
HPGyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku gerîlayê navê Rêgeş Qelqelî 30-31ê Tîrmeha 2024an di operasyoneke leşkerî ya li herêma Elkê ya Botanê de canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser nasnameya Nûrşîn Bedir wiha ne:
Rêgeş Qelqelî: Navê wî yê fermî Nûrşîn Bedir e û ew ji Wana Bakurê Kurdistanê ye.
HPGyê da zanîn ku Nûrşîn Bedir sala 2015an tevî refên gerîlayan bûye û got:
“Hevrêyê me Rêgeş ji tevlîbûna xwe ya li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê heta kêliya gihişt şehadetê her tim xwedî tevlîbûneke bicoş û çalak bû.
Bi hevrêtiya xwe ya ji dil û durist re di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt.
Em hevrêyê xwe Rêgeş ê ku şehadeta wî ji bo hevrêyên wî bû sedem ku hîn bêhtir têbikoşin, bi rêzdarî û mînetdarî bi bîr tînin.
Em soza xwe dubare dikin ku em dê bîranîna wî li Kurdistana azad zindî bihêlin.”
Divê were gotin ku cenazeyê Rêgeş piştî 3 mehan teslîmî malbata wî hatibû kirin.