Hewlêr (Rûdaw) - PWKyê diyar kir ku tayînkirina qeyûman tunehesibandina îradeya dengderan e û biyareke siyasî ye.
Buroya Ragehandinê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li ser tayînkirina qeyûman daxuyaniyek belav kir.
PWKyê amaje bi wê yekê kir ku biryara tayînkirina qeyûman biryareke siyasî ye û wiha got:
“Biryara tayinkirina qeyûman, tunehesibandina îradeya dengdêran e
Wezarete Navxwe ya Komara Tirkiyeyê, serokên Şaredariya Mêrdîn, Êlih û Xalfetiyê ji wezîfeya wan wergirtin û li cîhê wan qeyûm tayîn kirin.
Biryara tayînkirina qeyûman, tunehesibandin û binpêkirina îradeya dengdêrên Mêrdîn, Êlih û Xalfetiyê ye.
Biryareke siyasî ye, li dijî pîvanên demokrasiyê ye, nayê qebûlkirin.
Em biryarên tayînkirina qeyûman şermezar dikin.
Divê serokên şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xalfetiyê vegerin ser wezîfeyên xwe.”
Çi bûbû?
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.
Li gorî daxuyaniyê, Parêzgarê Mêrdînê Tuncay Akkoyun li şûna Ahmet Turk hatiye tayînkirin.
Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuk ji kar hatiye dûrxistin û Parêzgarê Êlihê Ekrem Canalp bûye qeyûm.
Her wiha Hevserokê Şaredariya Xelfetiyê Mehmet Karayilan ji kar hatiye dûrxistin û Qaymeqamê Xelfetiyê Hakan Başoglu bûye qeyûm.
Lijneya Navendî ya DEM Partiyê daxuyaniyeke nivîskî da û got:
“Em li hêviya destê aştiyê bûn lê wan dest danî ser îradeya gel.
Em li hêviyê bûn ku pirsgirêk bi diyalog û muzakereyê bên çareserkirin lê li ber ber hêviyên çareseriyê xefk hatiye danîn.
Em ti carî serê xwe natewînin, em ti carî dev ji têkoşînê bernadin.
Eger desthilat difikire ku dê bi vê rêbaza îflaskirî bi ser bikeve dê gelekî şaş bibe.
Gelê me dê di bin hemû şert û mercan de li îradeya xwe xwedî derkeve.”
DEM Partiyê li ser tayînkirina qeyûman got:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 4, 2024
🎙️ Em li hêviya destê aştiyê bûn lê wan dest danî ser îradeya gel #Mêrdîn #Êlih #Xelfetî #Qeyûm pic.twitter.com/L2zZhtxtfQ
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse