Ahmet Turk: Ozgur Ozel dê were Mêrdînê

12 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel Êlih Xalfetî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk diyar kir ku dê Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel îro here Mêrdînê.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê vê sibehê qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xalfetiyê kir.

Ahmet Turk di Mêrdînê di konferansa rojnamegeriyê de axivî û bersiv da Nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak.

Ahmet Turk diyar kir ku Serokê CHPyê Ozgur Ozel jê re telefon vekiriye û îro saet 17:00an dê here Mêrdînê û dê piştgiriyê bide wan.

Li gorî zanyariyên Maşallah Dekak, Ozgur Ozel dê here mala Ahmet Turk a li gundê Qesra Hiseynê Qenco û dê li wir konferanseke rojnamegeriyê li dar bixe.

Her wiha Ozgur Ozel ji ser hesabê xwe yê Xê jî nerazîbûna xwe nîşanda û banga hişyariyê da hikûmetê.

Ozgur Ozel her wiha li ser tayînkirina qeyûman got, “Ez hişyariyê didim, gotin li ber nemanê ye. Ji bo têkoşîna bi vê xerabiyê re çi pêwîst be dê ew were kirin.”

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel bi rêya hesabê xwe yê Xê bertekeke tund nîşanî tayînkirina qeyûman da.

Ozgur Ozel da zanîn, “Dema li Tirkiyeyê behsa diyalogê tê kirin yek ji kesên ku ewil tê bîra mirov Ahmet Turk e û ew di siyasetê de navekî herî girîng e diyalogê ye.”

“Em bi rûşûştîbûneke destqirêj, dilpîs û mejîlewitî re mixetab in”

Ozgur Ozel rexne li desthilaê girtin û pê de çû:

“Em bi rûşûştîbûneke bê şerm û fihêt, destqirêj, dilpîs û mejîlewitî re mixetab in ku ti waneyê ji van bûyerên rojên dawiyê nasitîne, guh nade tiştên ku tên gotin, dest datîne ser şaredariyên ku nikare di hilbijartinê de bistîne û tenezul dike sîyasetmedarên ku nikare wan îsleh bike bi derbeyê ji peywira wan dûr bixe.

Ez hişyariyê didim, gotin li ber nemanê ye. Ji bo têkoşîna bi vê xerabiyê re çi pêwîst be dê ew were kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst