Li Êlih û Mêrdînê hemû çalakî hatin qedexekirin

04-11-2024
Nîşan Êlih Mêrdîn Qedexe Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Êlih û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê “10 roj qedexe” hat ragihandin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.

Parêzgariya Êlihê piştî danîna qeyûm ragihand ku li sernaserê parêzgehê hemû civînên vekirî û girtî, xwenîşandan, meş, daxuyanî, çalakiyên rûniştinê, mîtîng û çalakiyên din qedexe ne.

Li gorî daxuyaniyê, qedexeyê îro saet 07:00an dest pê kiriye û dê heta 14ê Çiriya Paşîn saet 07:00an berdewam bike.

Li Mêrdînê jî 10 roj qedexe

Piştî danîna qeyûm, li Mêrdina Bakurê Kurdistanê jî hemû çalakî 10 rojan hatin qedexekirin.

Qedexeya li Mêrdînê jî îro saet 07:00an dest pê kiriye û dê heta 14ê Çiriya Paşîn saet 07:00an berdewam bike.

Parêzgariyê îdia kir ku qedexe ji bo “ewlehî û aramiyê” hatiye ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst