Bakirhan: Qeyûm dê ti carî li Kurdistanê bi ser nekeve

04-11-2024
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Êlih Xelfetî Qeyûm Tuncer Bakirhan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê DEM Partiyê derbarê tayînkirina qeyûm got, “Qeyûm dê ti carî li ser axa Kurdistanê bi ser nekeve.”

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê îro qeyûm danîn ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.

Li Mêrdînê jî wekî gelek bajarên Bakurê Kurdistanê ji serê sibê ve tayînkirina qeyûma hat protestokirin.

Xelk li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdinê li hev civiya.

Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel jî ji bo piştgiriya Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîrê çûn Mêrdînê.

“Bila baş zanibin Seyîd Riza, Şêx Seîd û Mazlûm çi kir”

Tuncer Bakirhan li wir axivî û diyar kir ku ew dê heta dayî têkoşîna xwe li hemberî tayînkirina qeyûman berdewam bikin û got:

“Em banga xwe ya ji Mêrdînê nû dikin, dev ji vê pergala qeyûmê berdin, ev pergala qeyûm bi kêrî kesî nayê, ev pergala qeyûm têkçûn e.

Wan ji aliyekî ve bendewariya çareseriyê çêkir û got ku pêvajoyeke nû û asayîbûnê dest pê dike lê li aliyê din jî qirkirina siyasî ku beriya 8 salan dubare kir. Ew derewker in, durû ne.

Dev ji vê zîhniyeta derewîn, talanê, qeyûmê berdin û bila hevserokên me vî bajarî bi rê ve bibin.

Em dê li ber xwe bidin, em soz didin ku em dê bi hev re têbikoşin heta ku aştî û edalet bi ser van xakan de were û gelê me bi nasnameya xwe bibe welatiyên wekhev.

Bila baş bizanibin ku Seyîd Riza çi kir, Şêx Seîd çi kir, Mazlûm, Denîz û Sakîneyan çi kir, gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê jî wê heman tiştê bikin.”

“Qeyûm dê li Kurdistanê bi ser nekeve”

Bakirhan teqez kir ku ew dê rê li ber polîtîkayên qeyûm bigirin û got:

“Ne qeyûmên wan, ne polîtîkayên wan ên zilmê, ne jî derewên wan dê karibe çok li me bide tewandin. Ev sê serdem in qeyûman tayîn dikin.

Lê polîtîkaya qeyûman negihişt serî, di hilbijartinê de têk çû, polîtîkayên wan ên ên înkarê têk çûn.

Em soz didin em dê rê nedin vê zîhniyetê qeyûmê ku îradeya we tine dihesibîne.

Heta ku hûn bi me re bin û li vir xwedî li vîna xwe derkevin, ne talan, ne derew, ne jî qeyûm dê li axa Kurdistanê bi ser nekeve.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst