Li Êlihê bi dehan kes hatin desteserkirin

04-11-2024
RÛDAW
Nîşan Êlih Qeyûm Protesto Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Êlihê polîsan êrişî kesên ku li dijî tayînkirina qeyûm derketine kir û bi dehan kes hatin desterserkirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.

Tayînkirina qeyûman li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi çalakiyan hat protestokririn.

Li bajarê Êlihê jî xelkê li hemberî tayînkirina qeyûman li ber xwe da.

Xelkê li cade kolana bi çepik û dirûşmeyan danîna qeyûman protesto kir.

Polîsan bi guleyên plastîk, ava şid û gaza îsotê êrişî çalakiya xelkê kir.

Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci diyar kir ku bi dehan kes ji aliyê polîsan ve hatin desterserkirin.

Li aliyê din li gorî nûçeya MAyê di dema çalakiyan de endamên meclisa şaredariyê jî di nav de herî kêm 60 kes hatin desteserkirin.

Hinek navên kesên hatin binçavkirin wiha ne:

 “Adem Tufan, Hatîce Sonuk, Mîzgîn Sonuk, Muzaffer Yildirim, Urmiye Sonuk, Emîn Yildiz, Sultan Acar, Aliye Tok, Şîlan Aydin, Fîkret Soysal, Sîbel Suna, Veysî Açikalin, Ozdemîr Çelîk, Tacettîn Sevaci, Gulşen Kornaz, Îbrahîm Ozsuna, Elîda Koç, Hamza Gok, Dîlan Acar, Yusuf Kaya, Abdulsamet Hîso, Ramazan Bîlmez, M. Can Bariş, Muhsîne Bariş, Serdar Bariş, Salîh Tekîn, Selîme Cengîz, Musa Eren, Destegul Daş”

Çi bûbû?

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.

Li gorî daxuyaniyê, Parêzgarê Mêrdînê Tuncay Akkoyun li şûna Ahmet Turk hatiye tayînkirin.

Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuk ji kar hatiye dûrxistin û Parêzgarê Êlihê Ekrem Canalp bûye qeyûm.

Her wiha Hevserokê Şaredariya Xelfetiyê Mehmet Karayilan ji kar hatiye dûrxistin û Qaymeqamê Xelfetiyê Hakan Başoglu bûye qeyûm.

Lijneya Navendî ya DEM Partiyê daxuyaniyeke nivîskî da û got:

“Em li hêviya destê aştiyê bûn lê wan dest danî ser îradeya gel.

Em li hêviyê bûn ku pirsgirêk bi diyalog û muzakereyê bên çareserkirin lê li ber ber hêviyên çareseriyê xefk hatiye danîn.

Em ti carî serê xwe natewînin, em ti carî dev ji têkoşînê bernadin.

Eger desthilat difikire ku dê bi vê rêbaza îflaskirî bi ser bikeve dê gelekî şaş bibe.

Gelê me dê di bin hemû şert û mercan de li îradeya xwe xwedî derkeve.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst