Bulent Arinç: Heger Ocalan were meclisê divê efûya giştî derkeve

04-11-2024
RÛDAW
Nîşan Bulent Arinç DEM Partî Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan Devlet Bahçelî Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedar Bulent Arinç ragihand ku heger Abdullah Ocalan were meclisê divê efûyeke giştî bê derxistin.

Serokê berê yê Parlamentoya Tirkiyeyê û yek ji aktorên herî girîng ên pêvajoya çareseriyê ya salên 2013-2015an Bulent Arinç ji rojnameger Cansu Çamlibelê re axivî.

Bulent Arinç behsa hewlên pêvajoya çareseriyê kir û got:

"Dema min gotina Bahçelî ya 'Bila Ocalan derkeve, tecrîd rabe, bila were li meclisê biaxive' bihîst, min destpêkê bawer nedikir.

Min dawiyê ji şêwirmendên xwe re telefon vekir min got ' bi rastî ev gotinên Bahçelî ne? Li ku derê axiviye?

Ev tişt ji wî nedihat hêvîikirin. Her roj digot 'bila ew were girtin, bila ev were girtin, heger yên wan neyên em dê wan kesan bigirin, em dê daliqînin, em dê bibirin'  ew kesekî wisa bû ku di atmosfereke wisa de bû û her kes mat mayî bû.

Ji ber wê ez wisa fikirim ku dê pêvajoyeke nû dest pê bike û bi wî awayî pirsgirêka Tirkiyeyê ya qedîm a terorê dê bi dawî bibe min çavdêriya rewşê kir û şopand.

Serokkomarê me bala xwe neda van pirsgirêkan.”

"Ocalan nikare were meclisê"

Bulent Arinç li ser hatina banga Devlet Bahçelî û hatina Ocalan a ji bo meclisê jî wiha got:

“Bila ez careke din ji we re bibêjim ku di rewşa xwe ya niha de ne mimkûn e ku were meclisê û axaftinekê bike.

Ne ji aliyê qanûnî ve û ne jî li gorî kevneşopiya parlamentoyê ev ne mumkun e. Ez yek ji wan kesa me ku 5 salan min prosedûra navxweyî ya meclisê bi cih aniye.

Kesekî wekî Ocalan çawa dikare bi destûreke taybet were meclisê? Dê bi bi destûrê were meclisê?

Ocalan niha bi destûrê tenê ji bo cenazeyên malbata xwe û destê wî kelebçekirî li pişt wî jî bi sedan cendirme dikare derkeve.

Em bibêjin Ocalan anîn meclîsê û di koma DEM Partiyê de axivî.

Heger çi tişt nebe serdozagerê komarê ji ber ku Ocalan daye axaftin dê li ser wê partiyê doza girtinê veke.

Heger efûyek giştî hebe, em dikarin bibînin bê ka çi dibe. Bêyî efûyekê ne mumkun e Ocalan were meclisê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir