Ji AK Partiyê daxuyaniya ewil a derbarê qeyûman: Kiryarên wiha dê berdewam bin

Hewlêr (Rûdaw) - Arîkarê Serokwekîlê Koma AK Partiyê Abdullah Guler derbarê tayînkirina qeyûman got, "Ev kiryar berdewam dikin û dê berdewam bikin jî.”

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê îro qeyûm danîn ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê ku yên DEM Partiyê bûn.

Arîkarê Serokwekîlê Koma AK Partiyê Abdullah Guler derbarê danîna qeyûman li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê daxuyanî da.

“Ev erkdarkirin rast hatiye dîtin”

Abdullah Guler hincetên ku ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê hatine eşkerekirin bi bîr xistin û got:

“Rewşên eleqedar hatin nirxandin û ev nirxandin ji bo demeke demkî ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ve hatin kirin.

Kesên eleqedar, dibe ku beraat bibin an jî ceza ji wan re bê dayîn. Ji bo ewlehiya darizayê erkdarkirineke bi vê rengî rast hatiye dayîn.”

“Kiryarên wiha dê berdewam bikin”

Abdullah Guler her wiha got:

“Kiryarên bi vî rengî yên di çarçoveya serweriya hiqûqê de berê jî hebûn û dê paşerojê jî hebin.

Şaredarî ne qadên azadiyê ne ku her kes bi dilê xwe li wê derê sûcan bikin.

Eger kesek sûcan bike, were cezakirin an jî ji ber erka xwe doz lê bê vekirin, Wezareta Karên Navxwe dê di çarçoveya xala 127an a Destûra Bingehîn de nirxandin û kiryarên pêwîst bike .

Ev kiryar dê di çarçoveya hiqûqê de dê bidomin.”