Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk tayînkirina qeyûm piştrast kir û got, “Em qet milê xwe danaynin, em destûrê nadin ku îradeya gel were xespkirin.”
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê vê sibehê qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kir.
Polîsan derdora avahiya şaredariyê pêça.
Biryara tayînkirina qeyûm ji Ahmet Turk re hat gotin.
Ahmet Turk bi rêya hesabê xwe yê Xê bertek nîşanî vê biryarê da û got:
“Em qey milê xwe danaynin. Em dê dev ji têkoşîna demokrasî, aştî û azadiyê bernadin.
Em rê nadin ku îradeya gel were xespkirin. Bila ev wiha were zanîn!”
Asla pes etmek yok. Demokrasi, Barış ve Özgürlük mücadelesinden geri adım atmayacağız. Halk iradesinin gaspına geçit vermeyeceğiz. Bu böyle bilinsin!
— Ahmet Türk (@AhmetTurkDEM) November 4, 2024
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse