Li Gola Wanê şûnwarên Kela Erdîşê derketin ser avê

04-11-2023
RÛDAW
Metirsiya hişkbûnê li ser Gola Wanê zêdetir bûye
Metirsiya hişkbûnê li ser Gola Wanê zêdetir bûye
Nîşan Gola Wanê Hişkesalî Kela Erdîşê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ava Gola Wanê vedikişe û şûnwarên Kela Erdîşê û bajarê kevn ê Erdîşê beş bi beş derdikevin ser rûyê erdê. Dîroka wan şûnwaran ji hezar salî kevntir e.

Di salên dawî de hişkesalî tundtir bûye û vê yekê bandoreke xirab li gola herî mezin a Kurdistanê kiriye.

Bi vekişîna ava Gola Wanê re şûnwarên Kela Erdîşê û bajarê kevn ê Erdîşê derket holê ku dîroka wê ji hezar salî kevntir e.

“Şûnwarên hezar salî derketin holê”

Nivîskar Selahatîn Koşar da zanîn ku şûnwarên hezar salî yên bajêr derketin holê û got:

“Şûnwarên hûn niha dibînin şûnwarên bajarê kelehê ne ku berî hezar salî hatiye avakirin. Hûn dibînin esasê malan û tendûr diyar bûne û şûnwarên curbicur derketine. Eger av hinekî din vekişe dê diyar bibe ku bajar çiqasî mezin e.”

Pispor dibêjin di dîrokê de asta ava Gola Wanê gelek caran daketiye û rabûye û eger hişkesalî wiha berdewam bike dê gelek cihên niştecîbûnê derkevin ser avê.

“Hişkesalî berdewam bike dê gelek cihên niştecîbûnê derkevin ser avê”

Derbarê vê yekê Akademîsyenê Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Prof. Dr. Rafet Çavuşoglu got:

“Kela Erdîşê li kêleka golê hatiye avakirin û piştî vekişîna avê keleha ku bi hezaran mirov tê de dijiyan û dikan û avahî lê hebûn derket holê.

Eger hişkesaliya gerdûnî bi vî awayî berdewam bike em dê di salên pêş de zêdetir cihên niştecihbûnê bibînin.”

Li Bakurê Kurdistanê hişkesaliyê herî zêde bandor li derdora Gola Wanê kiriye.

Li gorî nexşeya ku ji aliyê Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ve sala 2022yan hatiye belavkirin, herêma rojavayê Gola Wanê di qadên hişkesaliya tund ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de cih digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst