Doza destdirêjiya li zaroka 11 salî: 3 gumanbar hatin berdan

04-11-2023
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Esra Yucel Destdirêjî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê sê kesên ku tê îdiakirin destdirêjî li Esra Yucela 11 salî kiribûn hatin berdan.

Tê îdiakirin ku kesên bi navê  Veysî, Zahir û Nîhat Yilmaz 27ê Gulana 2016an li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê destdirêjî li Esra Yucela 11 salî kirine.

Piştî ku zaroka 11 salî bûyerê ji malbata xwe re dibêje giliyê her sê gumanbaran tê kirin û ew hatibûn desteserkirin.

Doza destdirêjiyê li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê hat dîtin.

Ji bo her sê gumanbaran bi tawanên “îstismara zayendî”, “bêparhiştina kesekî ji azadiyê” 42 sal cezayê girtîgehê hatibû dayîn.

Gumanbaran serî li Dadgeha Îstînafê ya herêmê dan. Cezayê wan hat xerakirin û ji nû ve hatin darizandin.

Her sê gumanbar ji ber kêmasiya delîlan piştî 8 mehan hatin berdan.

Piştî ku gumanbar hatin berdan, bi 11 rojan Esra Yucelê xwe kuşt.

10emîn rûniştina doza darizandina ji nû ve li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê hate dîtin.

Li gorî agahiyên ku parêzerekî dozê Mehmet Ekîcî ji Rûdawê re got:

“Ji ber ku delîlên di dosyayê de kêm in û bi têra xwe delîlên ku tawan pêk hatiye jî tunebûn, dadgehê biryara beraata her 3 gumanbaran da.”

“Ez heqê xwe helal nakim”

Birayê Esra Yucelê, Omer Yucel têkildarî biryara beraatê got:

“Dayika min çû, xwişka min çû. Niha kî dê mafê xwişka min biparêze.

Me nedizanî ku ewqasî bê dadî heye. Em heqê xwe helal nakin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst