Li Siwêregê erebaneyek qulibî: 4 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, erebaneyek qulibî û di encamê de 4 kes birîndar bûn.

Li gundê Buxçikê yê Siwêregê doh erebaneyeke gundiyan a ku ji ser erdan vedigeriya ji rê derket û qulibî.

Di bûyerê de A.R.G, Y.G, A.G. û H.G. yên ji heman malbatê birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê her çar birîndar veguhest Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Hat zanîn ku rewşa birîndaran bi giştî baş e.