BEDLÎS - Zavayê xwe parçe kir û şewitand

04-11-2023
RÛDAW
Nîşan Bedlîs Norşîn Zava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Norşînê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, zilamekî hevjînê xwişka xwe kuşt.

Li gorî zanyariyan welatiyê bi navê N.G.yê 42 salî roja 20ê Çiriya Pêşînê piştî ku ji mala xezûrê xwe ya li gundê Morxê yê Norşînê derket bersiva telefonê neda.

Hate zanîn ku N.G.yê 42 salî di heman demê de welatiyê Almanyayê ye jî.

Piştî ku xizmên wî çend rojan lê geriyan û negihîştinê 25ê Çiriya Pêşînê li Fermandariya Cendirmeyan a Norşînê gilî kirin.

Fermandariya Cendirmeyan li ser bûyerê lêpirsîn da destpêkirin û bi ser malên xezûrê N.G. yên li Norşîn û Tetwanê de girt.

Piştî ku N.G. di her du malan de nehat dîtin cendirmeyan bi gumana ku hatiye kuştin hevjîn, xesû, xezûr û 2 bûrayên N.G. desteser kirin.

Bûrayekî N.G. di lêpirsînê de îtiraf kir ku wî zavayê xwe bi çifteyê kuştiye.

Piştî ku ew N.G. dikujie bûrayên wî U.E. û M.E. termê wî dikin 5 parçeyan û dişewitînin û piştre diavêjin quntara Çiyayê Nemrûdê.

Li ser biryara dozgeriyê, cendirmeyan li quntara Çiyayê Nemrûdê dest bi lêgerînê kir û parçeyên termê N.G. dît.

Lêpirsîna 5 kesên ku hatine desteserkirin berdewam e û heta niha ew neşandine dadgehê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst