Şaredariyên Riha, Agirî û Erziromê berhemên Îsraîlê qedexe kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariyên bajarên Riha, Agirî û Erziromê yên Bakurê Kurdistanê, li kompanya û kargehên xwe markayên Îsraîlê qedexe kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê li ser hesabê xwe yê tora civakî nivîsand:

“Em jî boykot dikin. Li kargehên me firotina markayên ku piştgiriya tawanên mirovî yên li Filîstînê dikin hatin rawestandin.”

Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê jî firotin û belavkirina markayên piştgiriya Îsraîlê dikin qedexe kir.

Şaredariyê li ser hesabê xwe yê tora civakî anî ziman:

“Em bi birayên xwe yên Filîstînî re ne. Em hemû berhemên dewleta dagirker û zalim ku li welatê me difiroşe boykot dikin.

Li kompanya û kargehên me berhemên markayên Îsraîle nayên firotin.”

Şaredariya Agiriyê jî weke şaredariyên Riha û Erziromê boykota berhemên Îsraîlê li ser tora civakî ragihand.

Şaredariya Agiriyê di parvekirina xwe de got:

“Em dê helwesta xwe ya li hemberî zilm û neheqiyê berdewam dikin.

Li hemû qadên çalakiyê yên di bin sîwana şaredariya me de firotin û belavkirina berhemên piştgiriya Îsraîlê dikin hatine qedexekirin.”

Bazirganiya Tirkiye û Îsraîlê di dema AK Partiyê de ji sedî 600 zêde bûye

Li aliyê din 24 şaredariyên navçeyên Stenbolê yên AK Partiyê jî li kargeh û kompanyayên xwe firotin û belavkirina berhemên Îsraîlê qedexe kirin.

Li gorî amarên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, sala 2021ê Tirkiyeyê bi 6 milyar û 356 milyon dolaran berhem hinardeyî Îsraîlê kiriye û ji Îsraîlê bi 2 milyar û 47 milyon dolaran hawirde kiriye.

Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) jî sala 2022yan Tirkiyeyê bi 6 milyar û 740 milyon dolarî berhem hinardeyî Îsraîlê kiriye û ji Îsraîlê bi 2 milyar û 170 milyon dolarî hawirde kiriye.

Bazirganiya Tirkiye û Îsraîlê di dema desthilatdariya AK Partiyê de zêdetirî ji sedî 600 zêde bûye.

Sala 2002yan asta bazirganiya her du welatan milyarek û 410 milyon dolar bû û sala 2022yan asta bazirganiyê gihîşte 8 milyar 910 milyon dolarî.

Ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê ve ku 7ê Çiriya Pêşînê dest pê kir, ji her du aliyan zêdetirî 10 hezar kesî canê xwe ji dest daye.