Li Rojavayê Kurdistanê êrişî baregehên Amerîkayê hat kirin

04-11-2023
RÛDAW
Nîşan Baregehên Amerîkayê Rojavayê Kurdistanê Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dêrazor û Hesekê bi mûşekan êrişî baregehên Xirab Cir û Zeviya El-Omerê yên Amerîkayê kirin

Balafirgeha Xirab Cir a li parêzgeha Hesekê û Zeviya El-Omerê ya petrolê ya li Dêrezora ku artêşa Amarîkayê lê ne, bi mûşekan êriş hat kirin.

Hate hînbûn ku di êrişan de mûşek li baregeh û derdora wan ketine lê derbarê kuştî û birîndaran de ti agahî nehatine bidestxistin.

Herwiha li derdora baregehê tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin.

Piştî şerê Hemas û Îsraîlê, baregehên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê gelek caran rastî êrişan tên.

Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê jî beriya niha bi dronan êrişî baregehên artêşa Amarîkayê yên li herêma Tenef, bajarê Dêrikê, navçeya Şedadê ya Hesekê û Dêra Zorê hatibûn kirin.

Grûpên ser bi Îranê car caran bi mûşek û dronan êrişî baregehên Amerîkayê yên li rojhilatê Çemê Firatê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst