Ajeldar ji xerciyên zêde û mûçeyê şivanan gazinan dikin

Dêrsim (Rûdaw) - Ajelderên Bakurê Kurdistanê ji zêdebûna bihayê êm, ka û mûçeyê giran ê şivanan gazinan dikin. Lewra zivistaneke dirêj li ber derî ye û divê ji ajelên xwe re êm û ka û giya bikirin, da ku 6 mehan di axuran de xwedî bikin.

Ajeldar Sultan Çinar dibêje “Karê min giran e, eziyeta wê gelek zêde ye, mijûlbûna bi ajelan re û mûçeyê zêde yê şivanan me dixin tenqasiyeke mezin.”

Ji ber hişkesaliyê îsal li mêrg û zozanan çêr kêm bû û dahata şîr û penîr ji %50 daket. Ajeldar dibêjin eger wiha berdewam bike, dê ji neçarî dest ji karê ajeldariyê berdin.

Ajeldar Seyfi Çinar got “Ez bi ajeldariyê re mihûl dibim, her ku diçe karê me zehmet dibe. Em dê neçar bin dev ji vî karî berdin. Pirsgirêka me bi şivan re heye, pirsgirêka me bi erebeyê re heye. Li zozan pirsgirêka me ya cih heye. Em nikarin ji nav vê yekê derkevin, mûçeyê şivan zêdebûne em nikarin bidin. Karê me zehmet e.”

Ajeldar Huseyin Kirmizitoprak anî ziman “Eger bihayê êm danekeve, em dê nikaribin li vî welatî ajeldariyê bikin. Em di zivistanê de di bin berfê de ked didin, lê em tê de kar nakin.”

Tevî ku mûçeyê wan li gor sala par ji 4 hezar lîreyên Tirkî derketiye 10-15 hezar lîreyan şivan jî gazinan ji bihabûna jiyanê dikin û dibêjin, nikarin bi vî mûçeyî debara mala xwe bikin.

Şivan Seydo Karakaya anî ziman “Ev 20 sal e şivantiyê dikim, îsal zehmet derbas bû. ji ber ku îsal penêr erzan bû, xwediyê ajelan di rewşeke zehmet de ne, şivan jî di rewşeke zehmet de ne. Ji ber ku baran nebarî û hişkesalî bû, me nekarî penîrê ku dixwestin ji keriyan berhem wergirta. Bila serokkomar rewşa me bibîne, ji bo ku ez zarokên xwe bidim xwendin ev çenn sal e di şert û mercên zehmet de dixebitim. Bila rewşa xwediyê ajelan bibîne û bibe alîkar.”

Dêrsîm navendeke girîng a ajeldariyê ye, li gor amarên fermî li Dêrsîmê dawiya sala 2021ê, 118 hezar û 954 bizin û 372 hezar û 617 mî bi tevahî 491 hezar û 571 ajelên biçûk û 29 hezar û 314 ajelên mezin hebûn.